- Dara xurmeyan semboleke Ereban e. Ereban dixwest di nava darên hinar, tirî û zeytûnan de darên xurmeyan biçînin. Dixwestin wir bikin erdê xwe. Jixwe mamoste li wir jî dibêje, cihê Ereb lê dijîn gerek dara xurmeyan were çandin. Kalikê Şêro jî dibêje, lê ev ax ne axa Ereban e! Li vir ev dar şîn nabe.
ALÎ GULER
Derhênerê Kurd Mano Xelîl, bi filma Cîran behsa zextên rejîma Bees ên di salên 1980’yî de dike, zilma li Rojava yê Kurdistanê li dijî Kurd, Cihû û Ermanan. Derhêner Mano Xelîl dibêje, armanca min ew e ku ez êş û jana gelên herêmê bi rêya sînemayê nîşanî cîhanê bidim.
Filma “Cîran” çîroka zarokekî Kurd ê 6 salî ye ku li gundekî nêzî sînorê Tirkiye û Sûriyê dimîne. Malbata wî di nav du welatan de hatiye parçekirin. Film bi du saetan behsa pêncî salên zordestî, şovenîzm û rêbazên nijadperestiyê yên rejîma Beesê ya faşîst dike. Film her wiha li ser gelek mijarên din jî disekine: Qedexekirina ziman û çanda Kurdî, pratîkên Muxaberatê (Îstîxbarata Beesa Sûrî) yên li dijî gelê Kurd, nijadperestiya rejîmê û daxwaza rejîma Beesê ya ji bo guherandina demografiya Kurdistanê. Film, her wiha leşkerên li ser sînor ên ku bi kuştina Kurdan kêfxweş dibin jî nîşan dide.
Mano Xelîl bi salan e li Swîsreyê dimîne. Xelîl heta niha gelek film çêkirine. Enfal, Mêşvan, Dawîdê Tolhildan û gelek berhemên din. Herî dawî jî filmê Cîran çêkir. Di sînemaya Mano Xelîl de êş, jan, berxwedan û tekoşîna gelê Kurd heye.
Derbarê filma Cîran de em bi Mano Xelîl re peyivîn û wî jî bi dilnizmî li pirsên me vegerand.
Tu zêdetir bi filmên belgeyî tê nasîn, lê van demên dawî tu xwe li filmên sêwirandî (fiction) digirî. Çima?
Dema ez piştî salên 1980’yî çûm Çekoslovakyayê, wê demê li Akademiya Sînemayê du beş hebûn. Yek; beşa belgefilman, ya din jî beşa filmên sêwirandî yanî yên lîstikvaniyê. Lê min başa filmên lîstikvaniyê xwend û qedand. Piştî xwendinê ji ber zilm û zordariya rejîma Suriyê ez derketim derveyî welat, min derfet nedît filmên lîstikvaniyê çêkim. Jê re perekî mezin lazim e. Ji ber wê, min belgefilm çêkirin.
Lê wek derhenerekî ez ti carî ferqê naxim navbera filmen sêwiandî û belgeyî. Ji bo min ya herî girîng ew e ka ez çawa çîrok, fikir û ramanên xwe bi awayekî zelal bigîhînim temaşevanan. Bi çi rengî dibe bila bibe, ferq nake. Armanca min vegotina derd û kulên gelê Kurd e.
Tu dikarî hinekî behsa filma xwa ya dawî, Cîran bikî?
Min beriya bi 25 salan ev senaryo nivîsand. Lê ji ber nebûna derfetên aborî, min nikaribû vê filmê çêkim. Lê belê min niha derfet dît. Film çîroka min bi xwe ye.
Tu dibêjî Şêroyê piçûk Mano Xelîl bi xwe ye?
Rast e ew jiyana min e. Şêro piçûkatiya min e. Dayika min ji Mêrdinê ye. Bavê min jî ji Rojava ye. Ew sînor, lîstikên zarokan, dibistan, zilma mamostêyên Ereb, zextên li ser Kurdan, Cihû û yên din hemû bi serê min de hatine. Qedexekirina ziman, sînor û zilma li ser Kurdan, ev hemû mijarên filma min in.
Yek ji mijarên filmê jî sînor e ne wisa?
Rejîmên navneteweyî di nava Kurdistanê de sînor lêkirin. Malbat parçe bûn, cîran, xizm ji hev du qut bûn. Li Rojava weke cihên din ê Kurdistanê hemûyan, miletê Kurd di bin zilmeke mezin de bû. Erdê Kurdan li Ereban belav kirin. 300 hezar Ereb ji deşta Surîye anîn di bin xala kembera Erebî de di nava du gundên Kurdan de gundek Ereban ava kirin. Milkên Kurdan li Ereban belav kirin.
Dayika min bi xwe ji bakûrê Kurdistanê ye. Salê çend deqîqe didan me em hev du bibînin. Em diçûn me malxalanên xwe di nava têlan de didîtin. Di bin zilmê û lêdanê de. Ez li ser erdekî wisa mezin bûm. Rejîma faşîst a Beesê dixwest me tine bike û zimanê me qedexe dikir.
Mamosteyê Ereb çima bi israr dixwaze dara xurmeyê li Kurdistanê biçîne?
Ew sembolek e. Her dar û kulîlk bi ax û herema xwe xweşik in. Her dar li her axê şîn nabe. Min xwest bi vê metaforê behsa çandekê bikim. Dara Xurmeyan ango palmiye semboleke Ereban e li wê heremê. Ereban dixwest di nava darên hinar, tirî û zeytûnan de darên xurmeyan biçînin. Dixwestin wir bikin erdê xwe. Jixwe, mamoste li wir jî dibêje cihê Ereb lê dijîn, gerek dara xurmeyan were çandin. Kalikê Şêro jî bersivê wiha dide; rast e, cihê Ereb lê bin divê dara xurmeyan li wir hebe. Lê ev ax ne axa Ereban e! Li vir ev dar şîn nabe. Jixwe, di dawiya filmê de jî ax û serma vê darê qebûl nake û dara xurmeyê ziwa dibe.
Cihû, Ermen, Asûr-Suryan û Kurd bi hev re çawa dijiyan, nakokiyên wan ên sereke çi bûn?
Li çar parçeyên Kurdistanê ev sedsalan e ku Kurd, Cihû, Asûrî û Ermen bi hev re jiyane. Beriya bi sed salan, li Rojava ev gel bi hev re dijiyan. Li Qamişloyê sûka herî kevn sûka Cihûyan bû. Her kes bi çanda xwe dijiya. Hevaltiya wan bi Kurdan re xurt bû.
Lê piştre rejîma Beesê zexteke mezin li Cihû, Ermen, Suryan û Kurdan kir. Di navbera gelan de fesadî çêkirin. Tovên dijminatiyê reşandin nav wan.
Bi darê zorê yan jî bi komployê be jî hinek ji wan bi vê lîstikê xapiyan. Lê dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Rojava û heremê kir, yekser, Kurdan bi xwe re ew jî parastin. Keç û xortên Kurd ji bo parastina wan gelan canê xwe feda kirin. Îro bi riya sîstema li Rojava hatiye avakirin, reng hemû bi hev re dijîn. Dagirker dixwazin vê sistême bixeniqînin.
Di filmê de ji bilî dram, êşkence û kuştinê, figûrên wek hesp, balon jî hene. Bi van fîgûran tu dixwazî çi bibêjî?
Min xwest bi rêya van sambolan bibêjim; yên dixwazin kesk, sor û zerê qedexe bikin, nagihîjin armanca xwe. Ji ber ku ew al û reng dê her bimîne û heviyê bide gelê Kurd. Heger hûn bixwazin bi tifingan guleyekê berdin, bi milyonan balonên kesk û sor û zer wê ber bi jor hilbin.
Xortê malê ê serhildêr li hespekî siwar dibe û diçe. Tu vî xortî ber bi ku ve dişînî?
Ev xort şoreşger e. Diçe serê çiya. Ew hêviya miletê Kurd e. Ewên li dijî dagirkerên Kurdistanê dest bi şerê çekdarî kirine, ew in. Ev xort jî yek ji wan e. Malbata xwe û evîna xwe li pey xwe dihêle û diçe. Ew sembola serxwebûn û berxwedana miletê Kurd e. Ew peşmerge û gerilayê miletê Kurd e.
Film wê li Elmanyayê jî bê nîşandan
Li ser pirsa ‘Film heta niha li ku hatiye nîşandan û gelo xelkê ecibandiye’ jî em hîn dibin ku film wê li Elmanyayê jî bê nîşandan: “Film heta niha li Swîsre û li gelek festîvalan hat nîşandan. Bi dorê dê li 50 festîvalên mezin ên cîhanê were nîşandan.
Cîran, li Bernê xelata baştirîn filmê wergirt. Dîsa li San Francisco xelata filmcritik girt, li Elmanyayê li Festîvala Emden bû baştirîn filma duyem. Li Îtalyayê û li gelek festîvalên din jî hat nîşandan û xelatên cuda wergirtin.
Cîran niha li Swîsre ye di sînemayan de ye. Rojên li pêşiya me jî dê li Elmanyayê were nîşandan. Bi dorê dê li Emerîka, Kanada, Îsraîl û hinek welatên Ereb jî were nîşandan.”