Ev desthilat wê êdî diçe
Sêşem 31 Gulan 2022 - 22:24
- Buldan: Piştî êrişa li Herêma Federe ya Kurdistanê, niha jî pîlanên şer û dagirkirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Enflasyon û dolar piştî pirr zêde bû, dibêjin em êrişî Sûriyeyê bikin û mijarê biguherînin. Dibêjin em Kurdên li herêmê nehêlin, û ber li DAIŞ’ê vekin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di komcivîna koma partiya xwe ya li Parlemana enqerê de got, "Em careke din hişyar dikin, ji zerara ku şer li gel bike, bi qasî îqtîdarê, muxalefet jî berpirsiyar e. Divê êdî her kes li ber vê pergala desthilatê rabe. Divê em bi hev re li dijî polîtîkayên tecrîdê bin."
Pervîn Bûldan ji bo zilma desthilata dewleta Tirk got, "Îktîdar îro li be rman û nemanê ye. Îqtîdar di rojên xwe yên dawî de ye. Çeteyên 5 alî, piyê wan ê rant û aboriyê ye. TURGEV, lingê wan ê transfera pereyan û talankirina zeviyên cemaweriyê ye. TUKVA lingê wan ên kadrotiyê ye.
Projeya DAIŞ’ê ya herêmî û neteweyî ye, SADAT jî lingê wan ê paramîlîter e. DAIŞ û çeteyên Sûrî jî lingê wan ê çeteyan ên li Sûriyê ye. Milê artêşa trol û çapemeniya tetîkkêş jî lingê wan ê medyayê ye. Dozger û dadgerên darazê jî lingê wan ê dekûdolaban e. Burokrasiya ewlehiyê lingê wan ê operasyonên siyasî ye. Qeyûm û rêveberên îdarî lingê wan ên îdarî ne."
Meydanên azadiyê wê bi ser kevin
Pervîn Buldan got, AKP wê bi ti awayê bi zilm û tehdeyê bi ser neke û wiha peyivî: "AKP bi qedexe, bêhiqûqî, tecrîd, êşkence, siyaseta nifrîn, sansur, bêaramiyê hewl dide desthilatdar bimîne. Em dibînin her roj şahî, konser, festîval û şahiyên demokratîk bi awayekî kêfî tên qedexekirin. Ji têla tembûrê, perdeyên kemanê û amûrên muzîkê ditirsin. Ji heviyê ditirsin. Hincet jî wekî zerara cemaweriyê nîşan didin. Lê sûcê esasî yê vedişêrin rant e. Bi qedexeyan dixwazin bitirsînin û heviyê nehêlin. Lê çi bikin bila bikin, e wê nikaribin li ser vê axê tembûr û stranan rawestînin. Ew ê nikaribin govendên me rawestînin. Li ser vê axê ne zimanê qedexeyan, zimanê aştî û wekheviyê wê bi ser bikeve."
Bi sansurê rastiya qirêja xwe vedişêrin
Buldan got, bi qanûna sansûrê dewlet dixwaze qirêja desthilata xwe veşêre û wiha peyivî: "Qanûna sansura medya dijîtal anîn rojeve. Ev qedexe, qedexeyên Abdulhamîd in. Hişmendiya vê îqtîdarê jî wekî ya Abdulhamîd e. Wisa difikirin ku rastiyan ji gel veşerîn. Li vî welatî derewa herî mezin hikûmeta AKP’ê ye. Ji ber ku her tişta hûn dibêjin, derew e. Li vî welatî kes bi qasî AKP’ê agahiyên derew û dezenformasyonê bi pêş naxe. Hûn dê qet nikaribin çapemeniyê asteng bikin. Hûn dê qet nikaribin rastiyan ji gel veşêrin."
Piştî Başûr niha jî Rojava
Pervîn Buldan bal bire ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûr û gefên li dijî Rojava tên xwarin û got, "Piştî êrişa li Herêma Federe ya Kurdistanê, niha jî pîlanên şer û dagirkirinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Em bi hevre dibînin ku amadekariyên hilbijartinê bi tankan dikin. Aborî bûye wekî agir. Gel li dijî qeyrana aborî li ber xwe dide. Lê ew li Sûriyeyê li pey şerekî nû ne. Enflasyon û dolar piştî pirr zêde bû, dibêjin em êrişî Sûriyeyê bikin û mijarê biguherînin. Dibêjin em Kurdên li herêmê nehêlin, û ber li DAIŞ’ê vekin."
ENQERE