• Cemîl Ugur: Ji ber ku min nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin, çêkir, ez hatime girtin. Ev ne sûc e. Nûçeyên me xwe dispêre nihêrînên çavkaniyan, raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidên bûyerê. Sûcdariyan qebûl nakim. Çimkî rojnamevanî ne sûc e.

Ji ber çêkirina nûçeya avêtina 2 welatiyan ji helîkopterê, dewleta Tirk 5 rojnamevan girtin û li doza ceza li dijî wan bi rê ve dibe. Rojnamevan Şehrîban Abî di dema rûnistina pêşî ya dozê de, eşkere ji dadgeriya qatilan re got, çêkirina nûçeyan na sûc e. Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî got: “Ez ji ber çêkirina nûçeya derbarê avêtina welatiyan ji helîkopterê de hatime girtin. Dadgehê biryara berdana Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala biryara berdanê da. Lê her çar jî bi mehan girtî man.

Rûniştina pêşî ya doza li dijî nûçegihanên Ajansa  Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr ên girtî û Zeynep Dûrgût a negirtî, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala yên girtî dest pê kir. Her pênc rojnamevan jî  bi hinceta ku li ser avêtina 2 welatiyan a ji helîkoptêrê nûçe çêkirina ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên dadgehkirin. Sûcê ji ber êkirina nûeyê jî li gorî dozgerê qatilan, “endametiya rêxistinê” ye. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 5'an bi rê ve çû û rojnamevan bi rêya SEGBÎS’ê beşdar bûn.

Em ne azad bin hûn jî nezad in 

Rojnamevan Nazan Sala di parastina xwe de got, “Di navbera salên 2010- 2017’an de karta min zer a çapemeniyê hebû. Lê di 2017’an de rojnameya ez lê dixebitîm bi KHK’ê girtin û karta min betal bû. Meriv bi karta zer nabe rojnaemvan.” 
Sala got, di serdegirtina mala wê de polîsan dest daniye ser arşîva rojanmeyên li malê: “Arşîvek min a hejmarên ji salên 2010-2016’an pêk tê, hebû. ev jî weke sûc li îdianameyê zêde kirine.” 

Sala guh neda hişyarkirina dadger û wiha peyivî: “Ez li qawîşan bi alîkariya hevalên xwe dikarim bijîm. Destwerdanek li dijî rojnamevanan bi taybetî jî li dijî rojnamevanên Kurd heye. Li welatekî, heke çapemenî ne azad be, ti kes ne azad e, hûn jî nikarin azad bin.” Bi van gotinan Sala doza beraetkirina xwe kir.  
 
Bê delîl sûc çêdikin

Rojnamevan Şehrîban Abî ya girtî jî got: “Piştî em hatin girtin bi 5 mehan îdîaname hat amadekirin. Heke navê wê îdîaname be… Di çar mehên pêşî yên 2020’an de bi awayê teknîkî ez şopandime. Min nûçeyên îstîsmara zarokan û nûçeyên jinan çêkirine. Gelo çêkirina van nûçeyan sûc e? Tu delîl nîne ku bibêje, ez endama rêxistinê me. Ez rojnamevan im.” 

Ji ber nûçeya helîkopterê girtî me

Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî got: “Ez rojnamevan im û li vir rojnamevanî tê dadgehkirin. Di îdîanameyê de tê gotin, tenê nûçeyên civakî hatine çêkirin û nûçeyên talankirina xwezayê, spor û magazînê nehatine çêkirin. Lê halbûkî me di erdheja Elbaka Wanê de wêneyên ku bikevin bîra Tirkiyê girtibû û nûçe çêkiribûn.  Ji ber ku min nûçeya du welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkir, ez hatime girtin. Ev ne sûc e. Nûçeyên me xwe dispêre nihêrînên çavkaniyan, raporên nexweşxaneyê û beyanên şahidên bûyerê. Ji ber ku min wezîfeya xwe ya rojnamevaniyê pêk anî, sûcdariyan qebûl nakim. Çimkî rojnamevanî ne sûc e.” 
 
Neheqî ye

Rojnamevan Zeynep Dûrgût a negirtî tê  dadgehkirin jî got, “Ez rojnamevan im. Her roj gelek jin li vî welatî tên kuştin. Ragihandina nûçeyên 8’ê Adarê çawa dibe sûc? Tişta tê kirin neheqî ye. Ez neheqiyê qebûl nakim. Nûçeyên ez çêdikim, nûçeyên derbarê jinan û zarokan de ne. Nûçeyên xwezayê ne.”  

Dadgehê piştî parastinê biryara berdana rojnamevanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala da. Rûniştina dozê jî taloqî 2'yê Tîrmehê hat kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN