Li Hewlêrê beriya bi 40 rojan hêzên ser bi PDK´ê 3 Nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser ji Balefirgeha Hewlerê revandin. Heta niha jî aqûbeta wan nediyar e. 

Hêzen PDK'ê, di 10'ê Hezîranê de Nûnerê PYD'ê yê Hewlerê Mistefa Osman Xelîl û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen û Endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê girtibûn û bi awayekî neqanûnî revandinbûn. Hersê jî ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn ablefirgeha Hewlêrê. Ev bû 40 roj ku xeber ji Xelîl, Hesen û Mistê nayê girtin, aqûbeta wan nediyar e.

PDK´ê li ser aqûbeta her sê nûnerên Rêeveberiya Xweser û PYD´ê Rêveberiya Xweser heta niha agahdar nekiriye.

HEWLÊR