- Ji bo Cîhan Hesen êş sedema nivîsandiye. Yanî ji bo wê êş sedema nivîsê ye. Şoreşa Rojava guherîn be jî çavkaniyeke êşê ye jî bi êrişên li dijî wê. Şoreş herî zêde jî vegerek e: Ji jiyaneke biyanî ku naşibe me, em vegeriyan jiyaneke Kurdwarî.
MIHEME PORGEBOL
Cîhan Hesen, helbestkareke ciwan e. Sala 1997'an li Kobanê ji dayik bû. Perwerdeya xwe heta lîseyê domand û piştî şoreşê jî dest bi zimanê Kurdî kir. Li Rojava di sala 2013'an de dest bi xwendina Kurdî kir û piştî wê li dibistan û peymangehên Kobanê dersên zimanê Kurdî dan. Sala 2018'an yekemîn pirtûka wê ya helbestan bi navê "di navbera şev û berbangê de" li Rojavayê Kurdistanê ji weşanxaneya HRRK´ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) derket. Piştî vê berhema xwe ya ewil, bi hin çîrokan beşdarî pirtûka "Çirûskek ji berxwedana Kobanê" bû. Ev pirtûk jî ji aliye Weşanxaneya Şîlêr ve hate weşandin.
Sere havîna 2022’an jî duyemîn pirtûka wê ya helbestan ji weşanxaneya Belkîyê bi navê “Ji Çûyînê Re” derket. Hesen, ji sala 2020´an ve li Fransayê dijî. Piştî fêrbûna zimanê Fransî, li zanîngehê dest bi beşa Endezyariya Înformatîkê kir.
Me jî wek Polîtîk Azad pirsên xwe yên derbarê helbestkarî û jiyanê de ji helbestvana ciwan kir. Cîhan Hesen serpêhatiya xwe bi kurtasî wisa tîne ziman: “Weke her Kurdekî/Kurdekê ez jî têra xwe êşiyame. Di şerê Kobanê de xwîşka min şehîd bû. Beriya wê bavê min di teqîna Kobanê de şehîd bû û di komkujiya Kobanê de 10 kes ji malbata min şehîd bûn. Piştî van êşan, ez dibêjim êdî ti êş bi min kar nakin, ji ber ku êdî cih ji êşê re nemaye.” Yanî şer û şoreşê di zik hev de tesîr lê kirine.
Te çawa helbest nas kir?
Hevnasîna min a bi helbestê re, bi şoreşê dest pê kir. Ji ber ku di temenekî biçûk de fêrî ziman bûm, vê yekê kir ku zû dest bi xwendina Kurdî bikim û bi xwendinê re girêdanek di navbera min û helbestê de çêbû.
Pirtûka te ya duyem ji Belkî’yê derket. Reaksiyonên çawa hatin ji bo pirtûkê?
Veger û reaksiyonên pirtûkê gelek bi baldarî û bihûrdeyan hatibû kirin. Jixwe Weşanxaneya Belkî nas e.
Bi karê xwe yê baldar û balkêş hewceyî gotinê nake. Ji bo wê ez ji karên weşanxaneyê jî gelekî razî me.
Gelek helbestvanên Kurd bi giştî temaya “welat” bi kar tînin. Di helbestên Kurda de her tişt bi welat ve tê girêdan. Bêhna evînê, cihê vegerê, êşa dil, kenê zarokan… Gelo dibe ku “welat” ji bo helbestkarên Kurd bûbe jiberek?
Welat ji bo me Kurdan bêhtirî birînê, hesretek e. Birîn di demê re zuha dibe û nema şûna wê bi demê re xuya dike. Lê hesret her tim heye, heta ku rojekê pêk tê. Ji bo wê em nikarin di hestên xwe de welat xeyal nekin. Ji ber ku li her deverê hazir e ev hesret. Ez nikarim bêjim bûye jiberek, ji ber ku welat doza me ye.
Em jî bi vî rengî vê dozê dikin û divê her kesê hestên Kurdî di hundirê wî de dikelin vê dozê bike. Ez dibêjim sedema temaya welat li gel helbestvanên Kurd jî ev e; dixwazin bi rengê xwe vê dozê bikin.
Di helbestên te de tesîra şer eşkere ye. Piştî şer çi bi serê helbestê tê?
Ez zaroka şer im, di nav şer de mezin bûme. Min ciwaniya xwe ya taybet nejî, ji ber ku şer kefîlê jiyana min bû. Di şer de min gelek kes winda kirin û li gelek bûyerên windakirinê bi xwe hazir bûm. Ji bo wê, hestên min beriya bibin nivîs, hetaine serê min bi xwe. Di her şerî de divê hin kes derkevin û bi awayekî behsa wî şerî bikin. Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî wisa ye; hestên wan hişt ku xelk bi azarên wê demê bihise. Piştî şer armanca helbestekar bêhtirî helbestê dibe pirsa, ka çawa vê êşê rave bike, çawa rondikan bişayesîne. Ji ber wê helbest hinekî tûj dibe, êş xwe di her hevokê de eşkere dike. Helbestkar jî nikare xwe ji vê êşê veqetînê û mîna berê binivîse.
Li her derê dinê gava navê helbestê tê gotin pê re “evîn” jî tê bîra mirov. Di helbestên te de jî wisa ye. Lê weke ku evîna te veşartî be, şermok be, ma ne wa ye?
Evîn ji bo min ax e. Hembêza dayika min û bêhna bavê min î di bin axê de ye û hemî şehîdên ku bi wan re ne. Em zarokên axê ne û ev ax tijî evîn e. Ji bo vê, em bê evîn nikarin bijîn. Tişta ku dihêle ji vê jiyanê tevî vê êşê hemûyî dewam bikin, evîn e. Mîna ku em nikarin xwe ji axê bikin, em nikarin xwe ji evînê jî bikin.
Helbet wêje û helbest bê şoreş nabe… Şoreşa Rojava li ser helbest û helbestkarên Rojava tesîrek çawa kir? Di helbestên te de û di helbestên helbestkarên Rojavayî de şoreş bi çi maneyê ye?
Di her şoreşê de aliyên êşdar û nebaş hene. Di Şoreşa Rojava de jî wisa ye. Lê Şoreşa Rojava pirr tişt guherandin. Yek ji wan tiştan, zimanê Kurdî bû. Her kes niha li Rojava bi Kurdî dizane. Dixwînin û dinivîsin. Ev tişt ji bo dijmin tiştek gelek zor e. Ji bo wê ku rojekê dijmin Rojava bi dest bixe jî, nikare hînbûna zimanê Kurdî ji dil û mêjiyê xelkê derxe. Ji ber ku beriya şoreşê kesên ku bi Kurdî dizanîn, gelekî kêm bûn, lê niha rewş pirr cuda ye. Di helbestên helbestekarên beriya şoreşê de tesîra xwe xuya ye.
Helbestên ku zêdetirî xwe bêrîkirin, evîn, xweza û xeyal pirranî bûn êş. Û helbestekarên piştî şer, jixwe şer bû sedemek ku binivîsînin.
Ji bo min heger ne êş ba belkî min nenivîsanda. Nivîs, êş pê gerek e. Şoreşa Rojava jî têra xwe tijî êş e.
Ev şoreş ji bo min vegereke. Ji jiyaneke biyanî ku naşibe me vegeriyan jiyaneke Kurdwarî. Tevî ku berê dayik û bavên hewl didan jiyana Kurdî biparêzin, lê dîsa temaya jiyana Erebî li pirr cihan difûriya, li dibistan, sazî û her dera rêveberiyê. Em li welatê xwe xerîb bûn. Lê şoreşê pirr xeyal pêk anîn, tîpên Kurdî li dibistanê, dengê Ey Reqîb ku zarokan bi hêza xwe hemûyî di hola dibistanê bang dikir, ev bi xwe çêjeke cuda bû.
Di “Tevna Jinîtiyê” de tu dibêjî “Jineke porxunavî / Di qama dara porteqalê de / Di hembêza helbesteke kurmancî de / Paldayî ye”. Jinbûn tiştekî çawa ye di nav gerdûna helbestê de?
Jinbûn rêheval û dayîka helbestê ye. Di helbesta de ku çêja jinbûnê derneke pêş helbesteke kêm e, xav e. Helbest bi karekter û sekna xwe pirr dişibe jinê. Ji bo vê divê di nivîsê de em heqê jinê bidinê.
Li Rojava rewşa xwînerên helbestê çawa ye?
Li Rojava rewşa xwendinê bi giştî li pêş e. Bi taybet li gel beşek ji ciwanan. Nifşên nû pir dixwînin û ji xwendinê hez dikin. Xwendina herî zêde pirtûkên Kurdî ne. Di van de jî helbest e
Gelo tesîra wêjeya Erebî li ser helbestkar û wêjekarên Rojavayî heye yan na? Ger hebe tesîrek çawa ye?
Bi rastî ku tesîrek hebe jî ne pirr e, ji ber ku xwendinên ku li Rojava li gel wêjekaran û xwendevan ji hemî wêjeya cîhanê re ye ku çi bi zimanê Kurdî hatibe wegerandin çi jî bi zimanê Erebî be. Lê niha ji ber ku pirtûkên Kurdî kêm zêde tên peydakirin tesîra Kurdî bi xwe li pêş e.