- Di salvegera 27'an a êrişa bombeyî ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê de rojnamevan Ersîn Yildiz ê di êrişê de jiyana xwe ji dest dayî hate bibîranîn.
Di salvegera 27'an a êrişa bombeyî ya li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê de rojnamevan Ersîn Yildiz ê di êrişê de jiyana xwe ji dest dayî hate bibîranîn.
Bibîranîn li Kadirga ya Stenbolê pêk hat, buroya teknîkê ya rojnameyê lê bû û êriş jî li wir hate kirin.
Tevî Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, gelek xebatkarên çapemeniya azad tevlî bibîranînê bûn.
Di çalakiyê de wêneyên Ersîn Yildiz û dovîzên li ser wan nivîsandî "Ev agir wê we jî bişewitîne", "Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin" hatin hildan.
Ebrû Gunay li vir got, "Buroyên Rojnameya Ozgur Gundemê yên li Stenbol û Enqereyê hatin bombekirin. Me Ersîn Yildiz ji dest da. Lê belê kevneşopiya çapemeniya azad bi bi hezaran Ersînan, dewam dike. Biryara MGK'ê [Desteya Ewlekariya Milî ya dewleta Tirk] ya ku wê demê Ozgur Gundem weke hedef nîşan da, nîşaneya herî darîçav a polîtîkayên zext, înkar û tinekirinê yên dewletê yên li dijî Kurdan bû. Rojekê piştî êrişê, rojname û kovarên sosyalîst deriyên xwe vekirin û her der kirin avahiya Ozgur Gundemê. Di 4'ê Kanûnê de jî Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi manşeta 'Ev agir wê we jî bişewitîne' hate weşandin. Ev manşet îro jî lê ye û ew agir hîn jî li her derê her kesî dişewitîne. Lê belê li dijî vî agirî têkoşîna rêûresma çapemeniya azad û dostên wan dewam dike."
Piştî daxuyaniyê, haziran wêneyên Ersîn Yildiz û qurnefîl danîn ber avahiya ku êrişa bombeyî lê hate kirin.
MA/STENBOL