Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 93 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dohukê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye revandin.  

Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dohukê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye. Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Tevî bangawaziyên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran û rêxistinên civaka sivîl jî rêveberiya PDK'ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.   Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, çend roj berê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN