Ev 6 roj e rastî di nezaretê de ye

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 21:45

  • Li Amedê 21 rojnamevan ev bû roj ku di nezaretê de ne, ji ber ku dewleta Tirk naxwaze ew behsa rastiyê bikin û bibin dengê rastiyê.

Li Amedê 21 rojnamevan ev bû roj ku di nezaretê de ne, ji ber ku dewleta Tirk naxwaze ew behsa rastiyê bikin û bibin dengê rastiyê.

Li Amedê, di 8'ê Hezîranê de polêsan bi ser mal û cihên kar ên rojnamevanan de girt û 21 rojnamevan kirin nezaretê û ew birin Miduriyeta Polêsan a Amedê. Heta niha 2 caran mohleta nezaretê ya rojnamevanan hat dirêjkirin. Yanî heta 16'ê Hezîranê rojnamevan wê di nezaretê de bin. Dewleta Tirk heta niha jî qedexe daniye ser dosyaya wan û nayê zanîn çima ew natine girtin. 

Kesên ku pirraniya wan di hucreyên yekkesî de di nezaretê de ne, ev in:

Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn Gazetesi Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk.  

Polêsan dor li şirketên produksiyonê girt

Şirketên produksiyonê yên ku ev rojnamevan li wan dixebitîn jî polêsên dewleta Tirk a dagirker, dor li wan girtiye. 

Serdegirtina polêsan a buroya JINNEWS'ê ya li navçeya Yenîşehîrê, roja destpêkê ya êrişê saet di 04.30’î de dest pê kiribû û saet di 07.20'an de bi dawî bûbû. Lê lêgerînên ku li avahiyên produksiyonê yên Arî û Piya dest pê kiribûn, hê jî didomin. 

Polêsê Tirk ji roja êrişê ve dor li avahiya her du şirketan a 4 qatî û derdora wê girtiye. Ji parêzeran re hat gotin, lêgerînên li her du şirketan hîna didomin. Destûr nayê dayîn ku xebatkarên şirketan bikevin avahiyên xwe.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.