Girtiyên azadiyê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 52’an de berdewam dike. Herwiha ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, xizmên girtiyan jî, li Amed, Mêrdîn, Wan, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kirin û ev çalakiya dayîkan jî bi biryardarî dewam dike.
Xelkê Filîpînê bi we re ye
Parêzera filipînî Marîa Krîstîna Contî diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Abdulllah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: “Em weke gelên Filipînê li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan tê pêkanînin û em bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”
Aktîvîsta filipînî û Sekretera Giştî ya Parêzerên Yekitiya Gel a Netewî Maria Krîstîna Contî ya tevlî konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” bû, têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tê pêkanîn ji ajansa Mezopotamya re axivî.
Contî, anî ziman ku ragirtina Abdûllah Ocalan a di demekî evqas dirêj di bin tecrîdê de ne hiqûqî ye û got:“Tecrîdkirina wî ya evqas dirêj, ne li gorî hiqûqa navnetewî ye. Ez weke hiqûqnasekî difikirim ku divê ev yek tavilê were bidawîkirin. Tecrîd ewilî li pêş mafê darizandina hiqûqî astengek e. Dema girtina dem dirêj jî di heman demê de astengiyek e. Ev ne li gorî hiqûqa navnetewî ye. Ji ber vê yekê tecrîd nîşaneya bêhiqûqiyê ye.” Contî, da zanîn ku li Filipînê heman bêhiqûqî tên jiyîn û got:“Li Filipînê di salên 1970’yan de di dema dîktator Ferdînand Emmanuel Edralîn Marcos de ev pêkanînên bi vî awayî hatin jiyîn. Tevî ku bi ser re ewqas sal derbas bûn jî kurê vî dîktatorî hê jî li Filipînan serok e û bi Erdogan re jî têkiliyên wî yên nêz hene. Ji ber vê yekê weke gelên li dijî pergala dîktator a li Filipînan derdikevin, li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan in û bi kurdan re di nava piştevaniyê de ne.”
Contî, destnîşan kir ku divê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û got:“Divê Abdullah Ocalan tavilê bi parêzerên xwe re hevdîtin bike û Tirkiye gavekê biavêje. Ji ber vê yekê jî di serî de NY em bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ku tecrîd were bidawîkirin, têkoşîna di hundir de tê dayîn girîng e. Divê têkoşîneke girseyî bê dayîn. Me li Filipînê ev yek kir.” Contî, bal bire ser girîngiya piştgiriya navnetewî û wiha got:“Me li Filipînan bi vî awayî kir ku 43 xebatkarên tenduristiyê yên hatibûn girtin bên berdan. Me hem li hundir têkoşîneke xurt da hem jî di qada navnetewî de jî piştgirî hate dayîn.” Contî, anî ziman ku têkoşîna jinên kurd bi felsefeya Abdullah Ocalan a “Jin jiyan azadî” li cîhanê deng vedaye û got: “Em dişopînin ku pergala hevserokatiyê çawa bandor kiriye û pêş ve dibe û ji vê bi bandor dibin. Li Filipînê jî jin tevlî siyasetê dibin, nû pêş dikeve lê noxteya ku jinên kurd gihiştinê gelek hêja ye. Em jî ji îlhama ji xwişkên xwe yên kurd digirin dibêjin ‘bi awayekî xurt têkoşînê bidomînin’.”
MA/EYLEM AKDAG-ŞÎLAN ÇÎL