Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 14 rojin agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 14 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî derew gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine.

Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa me de wek edîtor dixebite.

Ti bingehê îdîayên PDK’ê tine ye

Çalakvan û Rojnamevan Hawrê Kurdî, derbarê revandina Silêman Ehmed de ji Rojnewsê re axivî û got:’’Revandina wî binpêkirina yasaya rojnamevaniyê ya ku li parlementoya Herêma Kurdistanê hatiye derxistin e. Ango yasayên ku wan derxistine, ew bi xwe bi cîh naynin. 

Derbarê îdîayên asayîşa PDK’ê ya li ser Silêman Ehmed de jî, Hawrê Kurdî got:’’Ti bingeheke van îdîayan tine ye. Ji ber ku karkirina ji bo aliyekî siyasî, ti yasa û bingeheke xwe nîne. Ji bo wê revandina Silêman Ehmed nayê qebûlkirin. Pêlek berfireh a nerazîbûnan li dijî revandin û wendakirina Silêman Ehmed çêbûye. Ji bo binpêkirinên li hemberî rojnamevan û çalakvanan dubare nebin, pêwîste tevahî rojnamevan û çalakvan helwêsteke yekgirtî li dijî girtin û revandina rojnamevan û çalakvanan nîşan bidin. 

Nivîskarê Iraqî Kerîm Henaş jî ji bo revandina Silêman Ehmed got:’’Revandina Silêman Ehmed ji xweşkirina dilê dewleta Tirk e.

Divê bê şert were azadkirin

Rojnamevanên li Heleb û Şehbayê jî, li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê hatin gel hev û daxuyanî dan. Rojnamevanan revandina Silêman Ehmed şermezar kir û gotin:’’Ew ê bangên ji bo serbestberdana hevalê xwe Silêman Ehmed, kurê Efrînê, tekoşerê ragihandinê, dengê heqîqetê dewam bikin, ta ku bi silametî ji cihê revandî derkeve û bê şert azadiya wî misoger bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN