- NPG'ê berxwedana gerîla ya li Garê weke serketinê destnîşan kir û got: Dewleta Tirk ji bo eskerên êsîr bikuje di hewa û erdê re êriş kir. Êriş ne ji bo rizgarkirina wan bû, lê ji bo kuştina wan bû.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina (NPG) li ser berxwedana gerîla ya li Garê û rewşa eskerên êsîr ên li herêmê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li Garê weke serketinê destnîşan kir û got: “Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker mêtinger a li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 10'ê Sibatê dest pê kir, sibeha 14'ê Sibatê têk çû û neçar ma xwe vekişînin. Li dijî vê hewldana namerdane ya dijmin ku dixwest bi rengekî mayinde li Garê bi cih bibe, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan û bersiveke dijwardan.”
Kampa êsîran kirin armanc
Di daxuyaniya NPGʼê de li ser rewşa kampên eskerên esîr hebûn jî agahî têne dayîn û tê gotin: “Li kampa ku êsîrên şer ên dewleta Tirk hebû, artêşa Tirk êrişeke dijwar û hov hat kirin. Ev kamp sibeha 10'ê Sibatê saet 05:00 destpêkê di hewa re bi rengekî giran hate bombekirin, piştre jî di erdê re bi her cûre teknîka şer êriş lê hate kirin. Hêzên me yên li vê kampê, ji bo xwe û êsîran biparêzin, di bin bombardûmaneke giran de bersiva pêwîst dan dagirkerên dixwestin bikevin kampê û derbên giran li wan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku derb xwar û neçar ma bi gavekê xwe vekişîne, tevî ku zanîbû li vê kampê êsîr hebûn, bi balafirên şer careke din bombardûmaneke giran lê kirin. Bombardûmana giran a ku sê rojan dewam kir, şerê giran ê li derve û hundirê kampê, bû sedem ku beşek ji personelên MÎT'ê, leşker û polîsên dîlgirtî jiyana xwe ji dest bidin. Tevî ku mirovekî ji rêzê yên xwedî agahiyên leşkerî jî zane, bi êrişeke bi vî rengî ya li ser kampê kes ji wê derê sax nafilite, êrişa li ser vê kampê bi ti awayî ne ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bû, bi temamî ji bo kuştina wan bû. Yekane berpirsyarê kuştina van mirovan, Hûlûsî Akar e ku biryara vê êrişê da û ti hesta mirovî pê re nîne.
Me her tim êsîr parastine
Niha jî ji bo vê êrişa li derveyî mirovahiyê, vê êrişa kirêt û têkçûna xwe ya giran binixumînin, bi endîşe derewan dikin û rastiyê berevajî dikin. Lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin rastiyê binixumînin. Ji aliyê raya giştî ve baş tê zanîn ku heta niha me ti zerar nedaye êsîrên di destê xwe de. Li gel bombardûmana giran a bi salan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gel êrişên giran ên artêşa Tirk a dagirker jî me bi hesasiyeteke mezin êsîrên di destê xwe de parastin. Ev yek jî nîşaneya herî mezin a vê rastiyê ye. Dema ku êrişa dagirkeriyê dest pê kir, me daxuyaniyek da raya giştî û ragihand ku kampa êsîr lê ne bi rengekî giran tê bombekirin û êrişên giran li ser heye. Tevî ku malbatên êsîran bang li dewleta Tirk kir ku dest ji vê hewldana êrişê ya metirsîdar berde jî, êriş bi israr hate dewamkirin. Lê belê dewleta Tirk a faşîst a ji mirovahiyê bêpar, bêwijdan û kujerê mirovên xwe, rûyê xwe yê rast careke din raxist pêş çavan. Xwediyên zêhniyeta faşîst a li derveyî mirovahiyê, wê li pêşiya dîrokê teqez hesab bide gelên Tirkiyeyê.”
NPGʼê di dawiyê de da zanîn ku wê di demeke nêz de encama şerê li Garê ji raya giştî re ragihînin.
Li Garê şikestin û vekişiyan
HPG'ê diyar kir artêşa Tirk ku êrîşa dagirker anî ser Garê şikestineke giran xwariye û vekişiyaye. HPG'ê got, “Qaşo yekîneyên herî bijarte yên artêşa Tirk derbeke giran xwarine û artêşa dagirker şikest xwariye.''
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî êrişên dagirker ên li ser Garê û berxwedana gerîla ya 13 û 14ʼê Sibatê agahî dan. Di van agahiyan de kite bi kite bombardûmana Artêşa Tirk û hewldanên wan ên eskerdanînê bi helîkopteran têne destnîşankirin û tê gotin, mintiqeya Pira Zer a qada Meyrokê bi balafira keşfê hatiye bombardûmankirin. Wekî din jî qada Siyanê, Bergarê û Qada Navîn gelek caran bi balafiran hatine bombardûmankirin. Di êrişa bi helîkopteran de helîkopterekê derb xwariye û helîkopterên din jî neçar hatine hiştin vekişin. Ango bi giştî 24 saetên dawî bi qasî ku hatiye tespîtkirin herêma Garê bi balafirên şer û keşfê 46 caran hatiye bombekirin.
Bazên Delal Amed li ezmên bûn
Di daxuyaniya HPGʼê de wekî din ev agahî hene: “13'ê Sibatê saet li 15:30'an Hêzên Berevaniya Ezmanî yên Şehîd Delal li qada Siyana li dijî dagirkeran bi amûrên hewayî du çalakî kirin. Di van çalakiyan de hedefên ku hatine diyarkirin bi rengekî serkeftî derb li wan ketine.
Li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Garê, hêzên gerîla berxwedaneke mezin nîşan dane û plana dagirkeriyê bi bin xistine. Yekîneyên qaşo herî bijarte ên artêşa Tirk derbên giran xwarin û artêşa dagirker şikest xwar. Arteşa Tirk a şikestxwarî û destê wê li xwîna welatiyên wê geriyayî bêgav maye û ji Garê vekişiyaye.”
HPG di daxuyaniya xwe de dide zanîn ku wê agahiyên berifreh ên çar rojên şer paşê parve bikin.
ANF/BEHDÎNAN