Eşkere li sivîlan xist
În 5 Tebax 2022 - 21:15
- Derket holê ku rêveberiya PDK´ê gelek şehîdên sivîl ên ku di êrişên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane, ji sala 2017’an ve weke ku di encama qezayê yan jî nexweşiyê de miribin qeyd dike.
MIHEME PORGEBOL / AMED
Dewleta Tirk beriya niha jî li gundê Perexê xistibû û du welatî li wir birîndar kiribûn. Tîma Aştiya Civakê (CPT) ya Başûrê Kurdistanê dibêje, beriya wê êrişê, artêşa Tirk gef xwariye li gundiyan û gotiye, heger gundê xwe vala nekin, ew ê wan PKK´yê bihesibînin.
Nûnerê CPT´yê yê Başûrê Kurdistanê Kameran Osman wekî din got, PDK şehîdên di encama êrişên delweta Tirk de weke şehîd tomar nake. Li gorî vê di êrişa hewayî ya li Bradostê de sîvîlê şehîd bûyî, weke ku di qezaya trafîkê de miribe hatiye tomarkirin û welatiyê ku li Zergelê ji ber ku bombe li mala wî ketin şehîd bû jî, weke ku dilê wî sekinîbe, hatiye tomarkirin. CPT hem ji hikûmeta Hewlêrê û hem jî ji ya Bexdayê dixwaze, şehîdan weke şehîd tomar bikin û wê di nava du hefteyan de hevdîtinan li ser mijarê bi hikûmetan re bike.
Herêma tampon û dagirkirin gundan
Kameran Osman got, dewleta Tirk bi valakirina gundan dixwaze herêmeke tampon ava bike û ev jî esas dagirkirina Başûrê Kurdistanlê ye. Kameran Osman mînaka gundê Perexê dide ku dewleta Tirk nêzîkî sala 2020´an du baregeh ava kirin. Artêşa dagirker di heman demê de zext li gundiyan kir da ku gundê xwe vala bikin. Ji 11 gundan, 10 vala bûn. Lê Perexî ji gundê xwe derneketin. Artêşa dagirker gef li wan xwarin û got, “Hûn gundê xwe neterikînin, em ê we PKK´yî bihesibînin”. Lê xelkê Perexê gundê xwe bi cih nehişt. Piştî vê 15´ê Hezîrana îsal dagirkeran gund bombebaran kir û gundiyên bi navê Nazir Omer û Mohammed Nazir Omer birîndar kirin. Herî dawî jî dagirkeran bio topbarandina seyrangeha gundî komkujiyek li dijî geştiyarên Iraqî kirin, 9 welatî şehîd kirin û herî kêm 29 birîndar kirin.
Kameran Osman dibêje, armanca dewleta Tirk pirr eşkere ye. e. ew dixwaze gundî warê xwe bi cih bihêlin da ku ew gundan dagir bike: “Dewleta Tirk dixwaze meydanên ku lê şerî berfereh bike, ava bike. Ew dixwaze gundên Başûrê kurdistanê ji xelkê xalî bike. Şerî bibe nava gundan. Tişta ku jê re dibêje herêma tampon jî ev e. Maneya vê ya siyasî ev e: Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. 149 gund vala kirin. Dewleta Tirk dixwaze şerî bibe nava van gundan û van deveran dagir bike. ”
Şehîdan dimirînin
Kameran Osman dibêje, ji wezîfeyên esasî yên hikûmeta Iraqê û ya Hewlêrê ye ku Başûrê Kurdistanê biparêzin û ewlehiya can û milkê xelkê misoger bikin, lê ew vê wezîfeya xwe bi cih naînin. Wî got, berevajî vê, rayedarên Hewlêrê şehîdên di encama êrişên dewleta Tirk de weke miriyên di encama qeza û nexweşiyan de tomar dikin.
Yanî ew şehîdan dimirînin. Kameran Osman li ser mijarê dibêje, “Heger nikarin êrişan rawestînin jî, dikarin li ser şehîdan agahiyên rast bidin. Lê ew agahiyan rast eşkere nakin. Sivîlekî ku di êrişa dewleta Tirk de li Bradostê şehîd bû, weke ku di qezaya trafîkê de miribe hatiye tomarkirin. Li Zergelê jî welatiyê ku mala wî hat bombebarankirin, weke ku ji ber ku dilê wî sekinîbe û miribe, hatiye nîşandan. Ji bo ku ev agahiyên şaş bên sererastkirin weke CPT me hewl da. Me bi raporên xwe ev ragihand meqamên neteweyî û navneteweyî. Ji bo agahiyên şaş sererast bikin, me ev dan hikûmeta Iraqê jî. Me bihikpmeta IUraqê re li ser mijarê hevdîtin kir. Piştî bi du hefteyan li ser mijarê em ê careke din bicivin pê re.”
Divê pêşî li komkujiyan bê girtin
Kameran Osman nerazîbûna ji komkujiya li Perexê jî kêm dîtin û got, “Ji bo ku [aliyên siyasî] helwêsteke baş nîşan bidin, divê eşkere bibêjin, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê ne yek û didu ne, û divê eşkere bibêjin, dewleta Tirk sivîlan dike armanca êrişên xwe. Lewma divê li dijî Tirkiyeyê dibê helwêsteke cidî nîşan bidin. Êrişên Tirkiyeyê divê bi eşkereyî bên şermezarkirin. Êrişên dagirkeriyê bên rawestandin”.
Jiyana sivîl bi dawî dike
Nûnerê CPT´yê yê Başûrê Kurdistanê, Kameran Osman dibêje, êrişên dewleta Tirk ne tenê li ser sînor, lê li temamê Başûrê Kurdistanê û heta bi derveyî wê, trawmayan bi xelkê re çêdike, jiyana çandî, civakî bi dawî dike:
“Êrişên delweta Tirk dike ku cotyar û gundî temamê karên xwe rawestînin. Hilberîn nema. Mirovan gundên xwe bi cih hiştin û nikarin vegerin gundên xwe. 149 gund hatin valakirin. Mirovên li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî ji bombebarandinê ditirisin. Êriş ne tenê li ser sînor in. Li temamê Başûrê Kurdistanê ne. Hîna nû komkujiyek li Ranya kirin. Ji ber wê, divê li dijî êrişên dewleta Tirk tedbîr bên girtin. Êrişên dewleta Tirk ên bi droneyan bêyêî desteka navneteweyî pêk nayên. Dewleta Tirk bi sîlehên hêzên navneteweyî êrişê sivîl, jin û zarokên Başûrê Kurdistanê dike. Divê hêzên navneteweyî êdî destekê nedin dewleta Tirk.”