Êşkenceya 'serîtewandinê' hate kirin

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 00:56

Yek ji 11 rojnamevanên ku ji aliyê polêsên Tirk ve hate binçavkirin rojnamevan Berîvan Altan bi rêya parêzerên xwe got, polêsan jê re gotiye "Em ê serê te bitewînin, zor û zehmetiyê dernexîne."

Di serdegirtina dijî medya Kurd de 25'ê Cotmehê 11 rojnamevan hatin binçavkirin. Qedexeya ku dozgeriyê ji bo hevdîtina bi parêzeran re danîbû ser nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS'ê yên hatin binçavkirin, doh bi dawî bû. Parêzeran hevdîtin bi rojnamevanan re kirin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê têne girtin.

Berîvan Altan di hevdîtina bi parêzeran re spasiya her kesî kir ku piştgiriya wan kir.

Altan diyar kir ku di serdegirtinê de destên wê ji pişt ve hatine girêdan û êşkence lê hatiye kirin.

Altan diyar kir ku polîsan kêliya binçavkirinê plan kiribûn û li ber derî demeke dirêj ew hiştin û ji polêsan êlek hate anîn. Altan diyar kir ku polîsan jê re gotiye, "Em ê serê te bitewînin, zor û zehmetiyê dernexîne" û anî ziman ku wê ev yek qebûl nekir, lewma jî bi zorê hewl dan serê wê bitewînin.

Altan ragihand ku dema ew birin emniyetê, telefon ji polêsan re hat û ji wan xwestin ku dîmen bişînin.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.