Êşkenceya li nexweşan hostetiya dewleta Tirk e
În 5 Tebax 2022 - 22:24
- Gardiyanan êşkence li girtiyê nexweş Fewzî Fîdan kir. Fewzî Fîdan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Gardiyanan êşkence li girtiyê nexweş Fewzî Fîdan kir. Fewzî Fîdan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin.
Fewzî Fîdan bi nexweşiya Epîlepsî ye yanî bi edrê dikeve. Wekî din li pişta wî kîst heye û baş nabîne. Fewzî Fîdan bi rêya telefonê bi dapîra xwe Rahîme Fîdan re axivî û jê re got, li girtîgehê gardiyan êrişî wan dikin.
Dapîra wî got, gardiyanan li neviyê wê Fewzî Fîdan xistiye: “Neviyê min got, gardiyanan avêtine ser hucreya wan û li wan xistiye. Li neviyê min cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê hatiye birrîn û li hucreya yekkesî tê hiştin. Di nav rewşeke pirr zehmet de ye û ji min re got, vê yekê bi raya giştî re parve bikim. Neviyê min ji xwe nexweş e, li wî û hevalên wî dane. Bi awayekî kêfî bi ser hucreya wan de digrin û li wan dixin."
Rahîme Fîdanê wekî din got, "Bi neviyê min re fitiqa piştê heye, di rewşekê pirr xerab de ye. Daxwaza wan ew e ku raya giştî dengê wan bibihîze. Divê xwedî li neviyê min û hevalên wî derkevin. Ez ji ber nexweşiya xwe nikarim herim hevdîtinê. Ez ji bo vê pirr xemgîn im. Yekane daxwaza me ew e ku demildest dawî li pêkanînên kêyfî û êşkenceyê bê anîn û girtiyên nexweş, bên dermankirin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN