Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir da ku dawî li girtin û êşkencekirina li rojnamevanan bîne.
Lahor Şêx Cengî bi boneya 123’yemîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurdî peyamek weşand û ev roj li tevahiya rojnamevanan pîroz kir.
Wî got, “Em wek Serokatiya YNK'ê piştgiriya xwe ji bo hemî dezgehên ragihandinê, rojnamevan, dengên wêrek û azad ên ku di çarçoveya qanûn û etîka karê ragihandinê de, di ragihandina bûyer û agahiyan de û xebata medyayî bi pisporî dixebitin dubare dikin. Di heman demê de em daxwaz dikin ku li Herêma Kurdistanê girtin û êşkencekirina li rojnamevanan bi dawî bibe û jîngehek cudatir ji bo karê wan bê peydakirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN