- Dewleta tirk bi destê çeteyan êşkencê li pitikan jî dike li Efrînê.
Di dîmenekî de ku li ser tevna civakî hatiye parvekirin, dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyên xwe yên li Efrînê bi awayekî hovane êşkencê li du zarokên ku revandine dike. Dewleta Tirk vê êşkencê dike, dîmenên wan digire û ji malbatên zarokan re dişîne, da ku fîdyeyê ji wan bistîne. Yek ji van zarokan hîna pitikek e.
NAVENDA NÛÇEYAN