Êşkence li girtiyê nexweş tê kirin

Şemî 16 Adar 2024 - 00:47

Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Erbey sirgûnî Girtîgeha bi Ewlekariya Jidiyayî ya Bûcayê kirin û ew xistin hucreya yek kesî. Tê gotin, Erbey timî tecrîdkirî ye, zext û êşkence lê tê kirin.

Mehmet Erbey ku di sala 2009'an de li Wanê bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hate girtin, 25 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û niha li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê tê girtin, ji xwişka xwe Rojda Erbey re bi rêya telefonê qala êşkenceya li girtîgehê kir.

10 saetan di rîngê de hiştin

Rojda Erbey anî ziman ku malbata hevalê koxûşê yê li Tekîrdagê têkildarî rewşa kekê wê Mehmet Erbey agahî da û anî ziman ku di 28'ê Sibatê de jî ew bi xwe bi telefonê axivî. Rojda Erbey diyar kir ku kekê wê ji Tekîrdagê heta Bûca ya Îzmîrê 10 saetan di wesayita rîngê de hatiye hiştin, rêwîtiyeke gelekî zehmet bû, ji ber ku wesayita rîngê gelekî teng û bêhewa bû, kekê wê gelekî zor û zehmetî kişandiye.

Agahî nedan malbatê

Erbey ragihand ku têkildarî sirgûnkirina kekê wê de rêveberiya girtîgehê agahî neda wan û got, "Bi ti awayî ji sirgûnkirinê agahiya me çênebû. Li ser vê yekê me serî li ÎHD û OHD ên Mersînê dan. Kiryarên têne kirin ne li gorî hiqûq, exlaq û mirovahiyê ne. Kekê min ji xwe 6 meh berê ji Duzceyê ber bi Tekîrdagê ve hatibû sirgûnkirin. Li Tekîrdagê timî zext, êşkence û cezayê hucreyê lê dibirîn. Digot ku timî kiryarên cuda û êşkence lê dikirin."

Avêtin hicreyê

Erbey anî ziman ku li hemberî vê bêhiqûqiyê wan serî li rayedaran dan, lê belê nekarîn ti encamê bi dest bixin û got, "15 sal in girtî ye. Kekê min anî ziman ku ji ber şert û mercên giran ên girtîgehê pirsgirêka mîdeyê, gurçik, piştê, lingê rû da û ji ber êşkenceya fîzîkî ya li her girtîgehê li bedena wî xisar çêbûye. Niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Jidiyayî ya Bûcayê li odeyekê bi tena serê xwe tê hiştin."

Tecrîd lê tê ferzkirin

Erbey diyar kir ku odeya kekê wê lê tê girtin bêhewa û biçûk e û got, "Tenê 2 saetan destûrê didin ku kekê min derkeve derveyî odeyê, lê belê nikare bi kesî re bide û bistîne. Her tiştî bi tenê dike, tenê mafê saetekê yê çûyîna pirtûkxaneyê didin wî. Yanî bi tenê dimîne. Dema diçe hevdîtinê bi tena serê diçe hevdîtinê. Di axaftina bi telefonê de anî ziman ku tecrîd lê tê ferzkirin. Weke malbata wî em ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê bi fikar in û van kiryarên li dijî mirovahiyê qebûl nakin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.