Êşkence li girtiyan kirin

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:33

  • Ajansa Mezopotamyayê (MA) ragihand ku girtî Îbrahîm Ayaz ê di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 2 de, ji malbata xwe re gotiye, li girtîgehê êşkence li wan hatiye kirin. 

Ajansa Mezopotamyayê (MA) ragihand ku girtî Îbrahîm Ayaz ê di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 2 de, ji malbata xwe re gotiye, li girtîgehê êşkence li wan hatiye kirin. 

Îbrahîm Ayaz di Girtîgeha Amedê ya Hejmar 2 de tê ragirtin. Wî telefonî malbata xwe kiriye û gotiye êşkence li wan tê kirin.
Ayaz telefonî bavê xwe Şeyhmûs Ayaz kiriye. Gava di telefonê de gotiye gardiyanan êşkence li wan kiriye, telefon di deqeya diduyan de hatiye qutkirin. 

Bavê Îbrahîm Ayaz, Şeyhmus Ayaz ji MA´yê re got, kurê wî di 2020'an de bi îfadeya şahidan hatiye girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ye, tê dadgehkirin. Ayaz behsa hevdîtina bi telefonê kir û got, "Di bin navê lêgerînê de avaêtine ser qawîşên wan. Eşyayên wan hatine belawelakirin. Gardiyananan pêl kincên wan kirine. Gava li ber vê rabûne, bi awayekî fizîkî êşkence li wan hatiye kirin." 
 
Telefon qut kirin

Şeyhmus Ayaz da zanîn ku gava kurê wî behsa vê êşkence û tahdeyê kiriye, telefon hatiye qutkirin. Ayaz got, hevdîtin diviyabû 10 deqeyan bidome, lê 2 deqeyan dewam kir: "Di telefonê de ji dengê kurê min xuya bû ku kelogirî bûye. Min jî nerazîbûn nîşan da. Telefon hat girtin û careke din hew telefon kir." 
 
Berpirs dewleta Tirk e

Şeyhmus Ayaz nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da: "Jixwe zarokên me girtî ne. Ew kî ne ku radibin li zarokên me dixin.

Bi vî awayî dixwazin vîna wan bişikînin. Em van pêkanînan qebûl nakin. Li ti welatî tiştekî wiha tine ye. Piştî hevdîtina dawî fikarên me zêde bûn. Heger tiştek bê serê kurê min, berpris îdareya girtîgehê ye."

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.