Êşkence li edîtorê MA'yê kirine

Sêşem 2 Gulan 2023 - 01:33

Di çarçoveya qirkirina siyasî de hêzên dewleta Tirk Rojnamevan Sedat Yilmaz 29'ê Nîsanê kiribûn nezaretê. Sedat Yilmaz ji ber ku êşkence lê hat kirin, gilî kir.

Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 29'ê Nîsanê de li 15 bajarên cuda serdegirtin hatibû kirin.

Di çarçoveya vê lêpirsînê de li Amedê, hêzên dewleta Tirk Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz kiribûn nezaretê. Dewleta Tirk xwişka Sedat Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê kire nezaretê û ew birin Enqereyê.

Piştî astengiya 24 saetan, parêzeran karîbû bi kesên di nezaretê de hevdîtinê bikin.

Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû diyar kirin ku dema ew birine Enqereyê 15 saetan di otobusê de kelepçekirî hatine hiştin û 24 saetan birçî hatine hiştin.

Rojnamevan Yilmaz her wiha ragihand ku polêsan êşkence li wî kiriye û di bin navê 'sohbet'ê de jî sîxurî li ser wî ferz kirine û heqaret lê kirine.

Parêzera Yilmaz, Şûle Recepoglû li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji ber êşkenceyê giliyê êşkencekaran kir.
ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.