- Ketin û derketina gundê Timokê yê ku leşkeran bi ser de girt û îşkence li 2 kesan kir, hat "qedexe"kirin.
Ketin û derketina gundê Timokê yê ku leşkeran bi ser de girt û îşkence li 2 kesan kir, hat "qedexe"kirin.
Nehiştin ku heyeta HDp´ê biçet Timoka ser bi Hezoya Êlihê.
Heyeta ku di nav de Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran jî hebû, xwest biçe gund û li ser serdegirtin û êşkenceyê lêkolînê bike, lê bi hinceta "Biryara qedexeyê" heye hat astengkirin.
Heyeta ku di nav de Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Hurriyet Kaytar jî hebûn, ji aliyê leşkerên li Qereqola Cendirmeyan a Timokê ve hatin astengkirin.
Midûrê Emniyeta ku 7 rojan "biryara qedexeyê" ya walîtiyê nîşanî heyetê da, îdîa kir ku ev biryar ji ber operasyonên leşkerî yên li herêmê, hatiye girtin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û got, armanca sereke veşartina êşkenceyê ye.
Başaran got, “Gundiyên li vir bi rojan rastî êşkenceyê hatin. Em dixwazin bi gundiyên êşkence li wan bûyî re hevdîtinê bikin. Ji ber ku em ji jiyana gundiyan bi fikar in, em dixwazin bi wan re têkiliyê deynin. Ev biryara qedexeya 7 rojan ne hiqûqî ye. Her kesê ku şirîkê vê bêhiqûqiyê be wê li pêşberî dadgeriyê hesab bide. Hem kesên ku ev biryar dan û hem jî yên êşkence li gundiyan kirin, wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin. Ev qedexe îspata êşkenceyê ye. Em vê bişopînin."
ÊLIH