- Meşa dirêj a ciwanên ser bi TCŞ û TêkoJINê kete roja xwe ya 6´an yanî îro roja dawî ya meşê ye.
BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG
Meşa dirêj a ciwanên ser bi TCŞ û TêkoJINê kete roja xwe ya 6´an yanî îro roja dawî ya meşê ye. Ciwanên ku meşa xwe yekşema bihurî ji bajarê Sieretz ê Fransayê da dest pê kirin, îro wê li Strasbourgê bi dawî bikin. Meş di çarçoveya pêngava Werin Cenga Azadiye de bi dirûşmeya “Bi vîna ciwanên Apoyê, em ê Rêber Apo azad bikin” hat kirin. Ciwan îro li Strasbourgê wê bi milê meşa dirêj ê înternasyonalîstan re bigihîje hev.
Ji roja duyê û pê ve antîfaşîstên ji Fransayê jî tevlî meşa dirêj a ciwanan bûn.
Yek ji beşdarên meşa dirêj a ciwanan jî Bariş Kaya yê 24 salî ye. Malbata wî ji Amedê û ew li Zanîngeha Dortmundê xwendekarê muhendîsiya avahîsaziyê ye.
Bariş dibêje, li nava malê, malbatê ew bi Kurdîtiyê ve girê dida, lê gava ji nava malê derketiye, ew ji Kurdbûnê dûr ketiye, ketiye ber bayê azadiyên lîberal [zelûl] û civaka berxwur. Ew wiha behsa rewşa xwe dike: “Ez bi Elman û Çeçenan re digeriyam. Ez ketibûm xefka kapîtalîzmê. Çend mehên din ez ketim nav nakokiyeke dijwar.”
Ew paşê çûye çalakiyên ku Yekîtiya Xwendakarên Kurdistan (YXK) û Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) li Zanîngeha Dortmundê organîze kirine. Ew dibêje, êdî zelûlî û nakokiyên li ser peyvên malbat, kapîtalîzmê û rastiya kurdbûnê li cem wê zelal bûne.
Bariş Kaya dibêje, îdeolojiya Konfederalîzma Demokratîk a li ser esasê azadiya jinê, jiyana wekhev û azad û ekolojiyê, bersiveke ji bo civaka feodal û sîstema kapîtalîst. Ji ber wê jî bi ya Barış Kaya, mîmarê vê paradîgmayê Rêber Abdullah gava êsîr be, ev cezakirina tevahiya miletê Kurd e.
Garantiya azadiya Kurdan e
Serhat Goze yê 30 salî jî ji meşvan e. Ew beriya bi salekê penaberî Swîsreyê bûye. Wî beşa civaknasiyê li Zanîngeha Suleyman Demirel xwendiye. Ji ber beşdarbûna çalakiyên protestokirina komkujiya Roboskiyê, bi tohmeta endametiya rêxistinê, 130 sal ceza lê hat birrîn û ew jî neçar penaber bû.
Ew dibêje, “Betalkirina tecrîdkirina Rêbertiya me û misogerkirina azadiya wî, garantiya azadiya me hemûyan e.”
Dayikên şehîdan jî destekê didin meşa dirêj a ciwanan. Yek ji wan Saliha Ocalan a 51 salî ye. Kurê wê Sîpan Amara (Sîpan Ocalan) sala 2011´an li navçeya Sêrtê Erûhê şehîd bûye. Saliha Ocalan dibêje, “Têkoşîna wî ji bo Rêbertiya azad û Kurdistana azad bû. Divê serok bê azadkirin. Ew rêbere me, gelê Kurd e. Nabe ku kurdek vê êsîrtiyê qebûl bike.”
Jiyaneke bê Rêber Apo ne lê ye
Berfîn Meral a 20 salî jî, li Zanîngeha Strasbourgê xwendekara beşa Ziman û Wêjeya Ingilîzî ye. Ew jî dibêje, “Azadiya Rêber Apo yek ji armancên sereke yên jinên Kurd e. Ji bo min şensekî mezin bû ku malbata min welatparêz bû. Pirraniya malbatên Elewî zarokên xwe li derveyî vê têkoşînê digirin.”
Ji aktîvîstên Tewgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Çekdar Serhat jî dibêje, “Dirûşmeya me ya weke bi vîna ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin, nîşana biryardariya ciwanan a dewamkirina têkoşînê ye. Em ciwan jiyaneke bêyî Rêber Apo weke yeke ne lê dihesibînin.”