• Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rasthatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê weşand.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rasthatina 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Deklarasyona Banga ji bo Aştiyê weşand.
Deklerasyona ji aliyê Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve li Meclîsê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Parlamenter jî tevlî civînê bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê hate pîrozkirin.
HDP´ê îşaret bi şer û polîtîkayên aloziyê yên li Lîbya, Sûrî, Iraq, rojhilatê Derya Spî, Egeyê hat kir û got, ev stratejiya şer û aloziyê Tirkiyeyê dixe nava paşerojeke nediyar.
HDP'ê got, asta heyî ya meseleya Kurd êdî çareseriyê ferz dike: "Weke ku bûyerên diqewimin, nîşan didin, pirsgirêk êdî ji sînorên welêt jî derbas kiriye, bûye xwedî aliyekî herêmî û global. Halbûkî ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me ye û divê li vî welatî bê çareserkirin. Lewma em ji Meclîsa Tirkiyeyê careke din bang li hêzên çareseriyê dixwazin dikin: Di vê mijarê de berpirsyariya me hemûyan heye. Kes nikare xwe ji çareseriyê bide alî. Em di demeke welê de ne ku kêr gihîştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aştî xwe ferz dikin."

Dawî li tecrîdê divê bê anîn

Di deklarasyonê de ji bo çareseriyê çar xal hatin destnîşankirin. Di xala pêşî de HDP bang li desthilatdariya AKP-MHP'ê û aqlê dewletê kir da ku dest ji israra şerî û polîtîkaya çaresernekirinê berdin. HDP´ê pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê bi bîr xist û got, ji bo çareseriya meseleya Kurd ew pêvajo hîn jî hêja ye. HDP'ê bal bire ser rola Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê û pêkhatina aştî û demokrasiyê û xwest dawî li polîtîkaya tecrîdê bê anîn.
HDP'ê di xala duyemîn de îşaret bi berpirsyariya dikeve ser milê muxalefeta siyasî û civakî kir û got, "Partiyên muxalefetê divê daxwazên gelê Kurd ên ji bo maf û azadiyê weke beşek ji armanca jiyana wekehev û hevpar û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibînin."
HDP´ê weke xala sisiyan got, "HDP di çareseriya prisgirêka Kurd de alîgirê maf û azadiyê ye. Ji bo pêkhatina azadî û mafê gelê Kurd pêwîst e hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi roleke erênî rabin. Weke HDP'ê rola me diyalog û danûstandin e. Em amade ne bi her kesî re bixebitin.
Weka xala çaran HDP´ê got, di meseleya Kurd de li derveyî rêbazên çekdarî û şer êdî bijarteyên diyalog û danûstandinan xwe bi rengekî dîrokî ferz dikin. HDP'ê xwest alî hemû bi fedakarî berpirsyarî gavan biavêjin.

´Em ê bi ser kevin´

HDP´ê di dawiyê de got, "Aştî ne tenê rawestandina şer e. Mebest ji aştiyê ew e ku planeke hevpar a çekan bêdeng bike bê afirandin û lji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî gav bi hev re bên avêtin. Eger ji bo aştiyê em bi hev re tênekoşin, em ê nikaribin aştî, demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Em ti carî dest ji biryardariya xwe bernadin. Em ji dil bawer dikin ku em ê bi hev re bi ser bikevin." NAVENDA NÛÇEYAN