- Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya kursên zimanê Ermenî hewl didin çanda xwe vejînin.
Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi rêya kursên zimanê Ermenî hewl didin çanda xwe vejînin. Hîndekar îşaret bi girîngiya parastina çanda Ermenî û belavkirina wê dikin û dibêjin, ew bi vê derfeta ku Rêveberiya Xweser ji wan re peyda kiriye, kêfxweş in.
Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hezîrana bihurî kursên pêşî yên zimanê Ermenî dan destpêkirin. Meclis hewl dide Ermenan fêrî zimanê Ermenî bike û mamosteyan amade bike. Kurs dê 3 mehan dewam bike û rojê 4 saetan tên dayîn.
25 kes tev li kursan bûne. ew dibêjin, ev kurs ji bo ziman û çanda Ermenî gaveke girîng e.
Ji beşdarên kursê Patîl Girîgor got, “Ji bo vejandina çanda Ermenî û parastina wê, ev kurs gelekî giring e, da ku em jî mîna pêkhateyên din bi zimanê xwe biaxivin.”
Hîndekar Hayîk Sosiyan jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got, “Ev cara yekê ye em tev li kursên zimanê Ermenî dibin. Ev yek bi saya serê Rêveberiya Xweser pêk hat.”
Sosiyan got, ji ber komkujiya sala 1915`an bi destê dewleta Osmanî û li Sûriyê jî ji ber siyaseta nîjadperestiyê çand û zimanê Ermenî winda dibû. Wê ji Rêveberiya Xweser jî xwest ku zimanê Ermenî bixe nava materyalên fermî da ku zimanê Ermenî belav bibe.
Şoreşa 19`ê Tîrmehê derfet da Ermenan ku mafên xwe bi dest bixin û bi awayekî çalak tev li rêveberiyê bibin.
ANHA/HESEKÊ