- Li Başûrê Kurdistanê kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsta terorê’ hat destpêkirin. Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî got piştevaniya kampanyayê erkeke nîştimanî û mirovî ye.
Li Silêmaniyê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên ji Başûrê Kurdistanê Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ hat destpêkirin.
Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewrûpayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.
Beriya niha demekî ev kampanya bi pêşengiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasê Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûbû.
Li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hat
Heman kampanya pêr di saet 11:00’an de li Salona Xak a Silêmaniyê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.
Di merasîmê de Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî axivî û got: “Ev kampanya ji bo derxistina navê hizbek şoreşger a Kurde ku robarek xwîn daye. Vê hizbê da ku dewleta Tirk di destûra xwe de binivîse li Tirkiyeyê gelek din jî heye navê wan Kurd e, gelek berdêl da.”
Pêncwênî da zanîn kampanya hatî destpêkirin erkeke nîştimanî û mirovî ye. Pêncwênî got: “Xistina navê PKK’ê di nava lîsta rêxistinên terorîst de li ser daxwaza dewleta Tirk pêk hat. Dewleta Tirk tevî ku hemû derfetên leşkerî ji bo tinekirina PKK’ê xist dewrê, lê nekarî bigihe armanca xwe. Ji bona wê bi rêya lobiyan kar li ser revandina Rêber Ocalan û teror nasandina PKK’ê kir.”
Piştî axaftinan beşdarên merasîmê hemûyan ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘Lîsta terorê’ îmzeya xwe avêtin.
Divê gelê Başûr yek deng bin
Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman da zanîn divê Kurd ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsta terorê yekdeng bin û got:
“PKK’ê rûmet ji bo Kurdan vegerand û di şerê li dijî DAIŞ’ê û parastina xaka Başûrê Kurdistanê de xwedî roleke sereke bû.”
Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman jî tevlî merasîma destpêkirina kampanya îmzeyan a ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê bû.
Bilêse Cebar derbarê giringiya kampanyê de ji Rojnews re axivî. Bilêse Cebar wiha peyivî “Welatên Ewrûpayê ji bo danûstandinên xwe yên li gel Tirkiyeyê biryarek bi vî awayî dan. Giringe gelê Başûrê Kurdistanê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê yekdeng bin.”
Kurd gelek aştîxwaz e
Di dewamê de Endama Serkirdayetiya YNK’ê da zanîn PKK’ê piştî şikestina serhildana Dêrsimê karî li Bakur rûmeta Kurdan vegerîne û Kurd şanaziyê bi hebûna xwe bikin. Her wiha diyar kir di salên dawiyê de jî PKK’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê û parastina xaka Başûrê Kurdistanê de xwedî roleke sereke bû.
Di dawiyê de jî Bilêse Cebar Ferman got, gelê Kurd gelek aştîxwaz e û got; “Ezmûna Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê nîşaneya wê yekê ye ku Kurd gelek aştîxwaz e û tenê daxwaza mafên xwe dikin.’’
SILÊMANÎ