Erka olî ya her Kurdekî ye

Duşem 22 Tîrmeh 2024 - 01:25

Di derbarê mafên gelê Kurd ên ji bo parastina xak û welatê xwe di Îslamê û êrişên dagirkeran ên li ser Kurdistanê de Mamosteyê olî û doktorê zanistên şerîetê Abdullah Kelarî ji Rojnewsê re axivî. Mela Abdullah Kelarî di destpêka axaftina xwe de qala êrişên 100 salin li ser gelê Kurd tê meşandin kir û got:“Gelê Kurd ev 100 salin her tim rastî êrişên kesên ku xwe wek Misilman dihesibînin hatine. Lê ew kes ji Îslama pak û rast dûr in. Me weke mamostayên olî û gelê Kurd hertim parastina ax û neteweya xwe kiriye û şehîd dane, ku me vê wek erkê xwe yê olî dîtiye. Di dema belavbûna Îslamê de Kurdek li Bakurê Kurdistanê çûye cem Pêxemberê Îslamê û jê re behsa gelê Kurd kir ku wê demê ji aliyê Faris û Romayê ve hatibûn dagirkirin. Ji ber vê yekê em ê hertim li dijî kesên ku êrişî ax û welat dikin têbikoşin.” Di derbarê parastina xak û welat de Mela Abdullah Kelarî wiha got:“Me hişyarî da gelê xwe ku li hember her dijminekî ku êrişî Kurdistanê bike li ber xwe bidin. Ji ber ku Pêxemberê Îslamê gotiye kesên ji ber zilmê tên kuştin şehîdin û her kesê ku bikuje jî ne qetile, ji ber ku ew zalime û destdirêjî li we kiriye. Ev yek erkek olî ye û di xwîna me de bicihbûye.”

Têkîliya dagirkeran bi Îslamê re tine

Mela Abdullah Kelarî bal birei ser anîna çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo Herêmê û got:“Ti têkiliya dewleta Tirk û hemû dagirkeran bi Îslamê re nîne. DAIŞ ji aliyê Tirkiyê û welatên hegemon ve hatibû çêkirin. Ji bo wê gelek caran dibin navê Îslamê de zilmê li gelê Kurd kirin. Lê ti têkiliya wan bi Îslamê re nînin. Îro pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd heye. Ev gel ji aliyê Xweda ve hatiye afirandin û tercîha Xweda ye, lê ew bijartina Xweda red dikin. Îslam ji bo rizgarkirina netewan ku gelê Kurd jî di nav de hatiye. Ji ber vê yekê me weke Kurd hertim li dijî Seddam, Tirkiye û yên wekî wan li berxwedane.”

Erdogan weke misilman nehesibînin

Mela Ebdula qala siyaseta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd kir û got:“Bê guman Erdogan û partiya wî ji Îslamiyetê dûr in û nabe Misilman bên hesibandin. Ji ber ku 100 salin li Bakurê Kurdistanê nêzî 30 milyon Kurd bê maf in. Wan li dijî gelê Kurd ji bo dijminatî û nebûna biratî û jiyana hevbeş mirov perwerde kirine. Niha li ser Başûrê Kurdistanê şer û pevçûnek mezin heye. Tirkiye dijminê rastî yê gelê me ye û ji bo ku em bi sernekevin dixebitin. Ji bo wê divê gelê me ji ber hinek aliyên siyasî, hezkirina xwe ya ji bo welat û gelê xwe winda neke. Divê reftara aliyê siyasî bi mafên netewekê re neyê tevlihevkirin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.