Pêr bi şev li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê êrişî çalakvanê civaka sivîl Hawrê Kurdî kirin. Kurdî bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyan dema Kurdî ji mala xwe derdikeve, ji aliyê du çekdarên sivîl ve êriş lê tê kirin. Çekdaran Hawrê Kurdî bi giranî birîndarkirin, herwiha telefon, kel û pelên din yên li ser Hawrê Kurdî jî birin.

Çekdaran ji Hawrê Kurdî re gotin; “Êdî dev ji zimandirêjiyê berde.” Kurdî ragihand ku wê giliyê êrişkaran bike.

ROJNEWS/HEWLÊR