Êrişî ayîna katolîkan kirin

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 3 Kanûn 2023 - 15:45

Li herêmeke başûrê Filîpînan, di dema ayîneke katolîk de êrişa bi bombeyî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 3 kes mirine û bi dehan kes birîndar bûne.
Şefê polîsan ê herêmê Allan Nobleza ragihand ku teqîn li bajarê herî mezin ê Misilmanan ê welêt Marawê li salona sporê ya Zanîngeha Dewletê ya Mîndanao di dema ayînê de pêk hatiye.

Allan Nobleza got, ew der barê bûyerê lêkolînê dikin û di êrişê de sê kes mirine. Waliyê eyaleta Lanao del Sur Mamîntal Adîong ji rojnamevanan re got, “Wan bêhtirî 40 kesan rakirine nexweşxaneyê.”

Serokê Dewleta Filîpînan, Ferdînand Marcos jî daxuyaniyek da û got, “Ez van çalakiyên bê wate yên ji aliyê terorîstên biyanî ve bi tundî şermezar dikim.”
Şaredariya Marawiyê Majul Gandamra bang li civakên Misilman û Xiristiyan kir da ku bibin yek.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.