Êrişî 53 gundan kirin

În 13 Gulan 2022 - 22:30

  • Dewleta Tirk a dagirker pê tevî çeteyên xwe 980 top avêtin 53 gundên Efrîn, Şehba, minbic, Bab û Eyn Îsayê. Di êrişan de zerar li erd, mal û milkê welatiyan bû û li Minbicê jî zarokek û jinek birîndar bûn. QSD´ê bersiva êriaşn da. 

QSD`ê teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 53 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kirine. Her wiha îdîayên dagirkeran ên têkildarî şehîdkirina 21 şervanên wan jî derewandin. 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir û got, “Piştî serdana efserên artêşa Tirk û îstixbarata wê li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê, dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawîn [ji bo pêr dibêje] de bi dehan gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî topbaran kirin.

Her wiha jiyana bi deh hezaran welatiyan xistin tehlûkeyê û rûberên fireh ên zeviyan şewitandin. Hemwextî topbaranê, tevgera balafirên keşfê li asîmanê herêmê jî zêde bû.

Gundên navçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê û heta Minbic û Kobanê û heta gundên navçeya Eyn Îsayê anku rûpîvana 280 kîlometre hedef hat girtin. Hejmara gundên rastî topbaranê hatine 53 ye. Di êrişan de 40 ton madeyên teqemeniyê hatin bikaranîn."

980 top avêtine gund û navçeyan

Li gorî daxuyaniya QSD´ê gundên hatine bombekirin jî ev in:

Bêhtirî 700 topan avêtin van gundin Efrîn û Şehbayê: Soxanek, Aqîbê, Dêr Cimêl, Kiştear, Tinib, Şewarxa û keleha wê, Merenaz, Tat Maraş, Kefer Anton, Minix, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Herbel, Semûqa, Til Medîq, Bendava Şehba, Teane, Mişêrfe, Zîwan û derdora navçeya Til Rifetê. 

Qederê 180 topan avêtin van gundên Minbic û derdora Babê: Hoşeriyê, Cat, Tûxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Cilûd, Dendeniyê, Seyada, Yanlilî, Qurt Wêran û Kawiklî.

Qederê 70 topan avêtin van gundên Kobanê û dora Kobanê: Zor Mixar, Şiyûx Jorîn, Xerab Êto, Beyadiyê, Siftek, Boban, Ziyaret, Aşmê, Mezret Ehmed Mûnîr û Girê Miştenûr.

Dagirkeran zêdetirî 30 topan avêtine van gundên li dora M4´ê: Mielek, Mişêrfe, Cehbel, Seyda, Cedîde, Xwaringeha El-Saqir û rêya M4.

Di van êrişan de li Minbicê jinek û zarokek birîndar bûn. 

Dewleta Tirk derewan dike 

QSD´ê da zanîn ku sedema gelek aloziyan dagirkeriya dewleta Tirk bi xwe ye û herî dawî jî îdîaya wê ya şehîdkirina 21 şevanên xwe wiha li derewê qeliband: "Hemwextî wan êrişan, medyaya fermî ya dewleta Tirk nûçeyên derew têkildarî şehadeta 21 şervanên me di topbaranê de belav kirin. Ev nûçe derew in. Dewleta Tirk yekser jîngeh kirin hedef û di encamê de jinek û zarokek birîndar bûn û zirar gihişt bi dehan malên welatiyan."

QSD´ê bersiva van êrişan, bi topbarankirina topxaneyên dewleta Tirk û çeteyên wê dabû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.