Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên sêşemê bi şev şikandine. Minbiciyan jî êrişên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyekê rûreş kir.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Sêşemê bi şev êrişî Minbicê kiriye. Li gorî daxuyaniyê êrişên delweta Tirk hatine şikandin.

Di daxuyaniyeke cuda de jî hate ragihandin ku dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li Qiratayê bi topan êriş bir ser gundên Hoşeriyê û El Catê yên li bakurê Minbicê.

Bimre dagirkeriya Tirk

Bi sedan xelkê Minbicê jî daket meydanan û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê, şermezar kir. 

Xelk li ber Çerxerêya Mîzan a rojavayê bajêr kom bû û ber bi meydana giştî ya bajêr ve meşiya. 

Li meydanê hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê, Suhîl Walî got, “Em sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û topbarana ji bo qetilkirina sivîlan, şermezar dikin.”

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd jî got, “Dewleta Tirk a dagirker careke din dixwaze herêmê dagir bike û timayên Împaratoriya Osmanî pêk bîne. Di destpêkê de destek da DAIŞ`ê, niha jî piştgiriya şaneyên wê û komên çete dike ku bi rêya wan herêmên Sûriyê dagir kirin.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenobya ya Minbicê, Nesrîn El-Elî jî got, dewleta Tirk herêmên ser li sînor ên Minbicê û sivîlên di malên xwe de dike hedef: “Dewleta Tirk li Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî ku di encamê de zarok hatin kuştin."

MINBIC