Dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser deverên şên ên Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. 

16’ê Tebaxê dewleta Tirk bi balafiran êriş biribû ser Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê, her wiha bi obûs û hawanan êriş bire ser gundên Eyn Îsa û Minbicê.

Li ser xeta Eyn Îsa rêya M4’ê û gundên Mieleq, Seyda, Dibis, Hşan û Xalidiyê bi rojan e ku dewleta Tirk a mêtinger wan bombe dike.
Bejahiya Minbicê jî ev bi hefteyan e tê bombekirin.

Xasma gundên bakur û rojhilat Seyada, El Camûsiyê, Mezraet el Dilwan, Yasîn el Ereb, Qirt Wêran, Girhutuk, Elbû Heyc, Um Edese, Kawiklî, El Boxaz, El Yalani, Toxar, Erîma, Hoşeriyê, Um Miclud, Dendenliyê, Mezraet El Fawaris û El Fazris dibin hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Vê hefteya dawî dewleta Tirk a dagirker herî kêm 211 obûs û hawan avêtin van deran. Di êrişên dewleta Tirk de ziyan li gelek mal, baxçe û erdên çandiniyê bû.
 

ANF/MINBIC