Berpirsê Malbenda 20’ a Qereçox a YNK’ê ya Navçeya Mexmûrê Xazî Faysal diyar kir ku êrişên li ser PKK’ê êrişên li ser tevahiya Kurdane û got, êrişên Tirkiyeyê dagirkeriye. Xazî Faysal eşkere kir ku banga Karayilan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga wane jî.
Xazî Faysal diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li gorî yasayên navneteweyî êrişên dagirkeriyê ne û got: “Ji bo wê jî ez bang li partiyên siyasî, Neteweyên Yekbûyî, hikumet û parlementoya Herêma Kurdistanê dikim, bila pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bigirin. Raste di dîrokê de gelek xwîn hatiye rijandin, lê di serdema ku em niha têde derbas dibin, serdema diyalogê ye. Di dîrokê de, ji bo parastina axa xwe hem gerîla hem jî pêşmergeyan gelek şehîd dane û rejîma Baas bi hev re rûxandine. Ez daxwaz dikim ku ev êrişên Tirkiyeyê ên li ser xaka me ya pîroz bêne rawestandin. Ji ber ku ev êrişên li ser çiyayên Kurdistanê, êrîşên li ser tevahî xaka Kurdistanê ye. Bi dehan caran dewleta Tirk êrişî sivîlan kiriye û gelek sivîl jî di encamê de şehîd bûne. Ji ber êrişan heftiya bûrî 5 pêşmerge şehîd bûn. Rojane êriş li ser gerîla jî heye. Armanca dewleta Tirk ne PKK ye, tinekirina gelê Kurd e. Weke din artêşa Tirk xwezaya Kurdistanê talan û wêran dike.”
ROJNEWS/MEXMÛR