Li gel biryara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji ber erdhejê çalakî rawestandine, êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Tevî ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di pozîsyona parastinê de ne, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam dikin.
Li herêma Zê (Zapê)
12'ê Sibatê dagirkeran bi çekê
n giran bombe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî barandin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan êrişan.
12'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 30 carî bi çekên giran hate bombekirin."
BEHDÎNAN