Êrişên artêşa Tirk dewam dikin

Duşem 1 Îlon 2025 - 03:00

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) ragihand ku êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Di daxuyaniya HPG-NRÇ'ê de li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên navbera 8-31'ê Tebaxê yên li ser hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hatin dayin:

8'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 4 caran bi çekên giran hate bombekirin.

9'ê Tebaxê dagirkeran hewl dan li cihekî nû yê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê ya herêma Metîna bi cih bibin û bi çekên giran bombe li tunelan barandin. Bi teknîkê dest li dagirkeran hate werdan.

11'ê Tebaxê Qada Deşta Kafya ya herêma Garê 5 caran bi çekên giran hate bombekirin.

18 û 19'ê Tebaxê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran bi çekên giran hate bombekirin.

Di navbera 8 û 31'ê Tebaxê de ÎHA û SÎHA bi rengekî zêde li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê geriyan û keşif kirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.