• Li Başûrê Kurdistanê nedana mûçeyan, xizmetguzariya kêm û gendelî sedema nerazîbûneke mezin e. Li Silêmanî di roja diduyan de xwepêşandana xelkê dewam kir û dixwazin dawî li vê talanê were; desthilat hilweşe. Hêzên asayîşê êriş kirin û hejmareke kes birîndar bûn.

Polîs û asayîşa Silêmaniyê bi gaza îsotê û zorê xwepêşander belav kirin û hejmareke çalakvan û xwepêşander xistin nezaretxaneyê. Lê tevî êrişan hemûyan jî çalakî didomin.

Li Silêmaniyê doh di roja duyemîn de xwepêşandana li dijî nedayîna mûçe, rewşa xerab û sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê li ber Deriyê Sera destpê kir.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên, ‘Birûxî diz’, ‘Diz diz desthilat kanî dahata welat’ û ‘Barzanî û Talebanî endazyarê talanî’ berz bûn.

Polîs û endamên asayîşê yên li cihê çalakiyê bi gaza îsotê êrişî xwepêşanderan kirin û xwestin bi zorê xwepêşanderan belav bikin, lê bi ser neketin û çalakî dewam dikin. Li kolanên Silêmaniyê xwepêşander hene û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Ji ber gaza îsotê gelek çalakger, xwepêşander û rojnamekar birîndar bûn. Hejmarek mamosta û çalakger hatin binçavkirin ku hejmara wan nehate zanin.

Parlamenter Şîrînê birîndar bû

Di êrişa hêzên asayîşê de Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn bi gaza îsotê birîndar bû. Herwiha li Parlamenterê Serbixwe Sîrwan Babin jî dan û birîndar kirin. Ji ber gaza îsotê gelek çalakger, xwepêşander û rojnamevan birîndar bûn. Hejmarek mamosta û çalakger hatin binçavkirin ku hejmara wan nehate zanin.

Parlementer di nava gel de ne

Parlamentera Tevgera Goran Şirîn Emîn, Parlamenterê Serbixwe Sîrwan Baban û Parlamenterê Serbixwe Diyarî Enwer jî hê di nava xwepêşanderan de cihê xwe digirin.

Parlamenter Şirîn Emîn ku ji ber gaza îsotê birîndar bibû qala birîndarbûna xwe kir û got: “Hêzên asayîşê celadin. Bi qondaxên çekê, zele û gazê êrişî me dikin. Ji dema ku gihîştime vir 10 caran bombe avêtine me. Ev nêzîkatî û zilim tenê min di dema rejîma Sedem Hisên de dîtiye.”

Em ê li cem gel bin

Parlamenter Sîrwan Baban ê ku ji ber êrişê birîndarbûyî got; “Dema ez çûm nava xwepêşanderan 15 endamên asayîşê êrişî min kirin. Ketim nava lingê wan. Welatiyan got ew parlameter e. Lê, ji min û parlementoyê re xeber dan. Weke DAIŞ’ê nêzî min bûn.”

Herwiha Parlamenter Diyarî Enwer jî got; “Em bi lêdan û girtinê gav paş de navêjin û em ê li gel gelê xwe bin. Em daxwaza mafê xelkê xwe dikin. Pêwîst e ku heta vir dizî û gendeliya desthilatê bes be û êdî mafê xelkê desteser neke.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ