Êrîşa li ser nivîsên Kurdî hate şermezar kirin

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 01:40

Hevşaredarên Kerboranê Asya Gezer û Azîz Ramazan Akin êrîşên li ser nivîsa Kurdî weke ‘nebaşiya mezin’ pênase kirin û êrîş şermezar kirin. Her wiha li Wan, Amed, Êlihê nivîsên ku bi fermana walî û kontrola polîsan hatin jêbirin ji alî Şaredariyên Gel yên DEM Partiyê ve ji nû ve hatin nivîsîn.

Komên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê tevî polîsan duh bi şev nivîsên bi Kurdî yên “Pêşî Peya” yên li ser rêyên navçeya Kerboran a Mêrdînê jêbirin. Hevşaredarên Kerboranê Asya Gezer û Azîz Ramazan Akin têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em van êrişên li dijî zimanê Kurdî bi tundî şermezar dikin. Weke Şaredariya Kerboranê me ji bo pêşîlêgirtina qezayan bi kurd nivîsa ‘Pêşî Peya’ nivîsand û ev nivîs rastî êrişeke nîjadperest hat. Weke hevşaredaran em vê xerabiya mezin bi tundî şermezar dikin. Di çarçoveya daxwaza gelê xwe de li şaredariyeyê, li dikan, cihê bazarê, li mal, park, kolan, gund, li Kerboranê û derveyî Kerboranê, em ê li her derê bi kurdî biaxivin. Me soz da ku dê ji bo Kerboranê bixebitin.” 

Şaredariyên bi rêveberiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêşî li qezayên trafîkê bigire li ser rê, ku nêzî cihên ku peya jê derbas dibin, nivîsên 'Pêşî Peya' nivîsandin. Piştî Wan, Amed û Kerboran a Mêrdînê li Êlihê jî nivîs hatin jêbirin.
 
Bi derengiya şevê bi çavdêriya gelek polîsan de tîmên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê (KGM) nivîs ji ser rê birin.

Nivîsên hişyariyê yên trafîkê berî niha li Wanê hatibûn jêbirin. Piştî Wanê li Amedê jî bi çavdêriya polîsan tîmên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê nivîsên hişyariyê jê biribûn. Li Kerboranê jî heman bûyer qewimî bû.

Nivîsa ‘’Hêdî’’ û ‘’Pêşî Peya’’ dîsa hatin nivîsîn

Nivîsên Kurdî yên wekî "Pêşî Peya" û "Hêdî" yên li ser rêyan ji bo hişyarkirina wesayîtan hatibûn nivîsandin, bi biryara walîtiyê hatibûn jêbirin. Şaredariyê cardin heman nivîs nivîsandin. Li Wanê û Amedê şaredariyan nivîsên bi Kurdî yên ‘’Pêşî Peya’’ û ‘’Hêdî’’ dîsa dane nivîsandin.

Her wiha Şaredariya Êlihê nivîsên bi Kurdî yên trafîkê ku ji bo hişyarkirina welatiyan hatibûn nivîsandin û piştre hatibûn jêbirin, dîsa nivîsand. 

Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo pêşîlêgirtina qezayan û hişyarkirina welatiyan, li ser rêyan nivîsên bi Kurdî yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” nivîsandibû. Nivîsên bi Kurdî, şevê din ji hêla komên Midûriyeta Giştî ya Rêbejê û polîsan ve hatibûn jêbirin. 

Komên şaredariyê nivîsên bi Kurdî yên li ser Cadeya Diyarbakirê bûn û hatibûn jêbirin dîsa nivîsand. 

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.