Êrişa li Kurdan nayê qebûlkirin!
În 20 Kanûn 2024 - 03:15
- Li qada navneteweyî nerazîbûnên li dijî êrişên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her diçe zêdetir û bi bandortir dibe. Siyasetmendarên Ewrûpî êrişa li ser Kurdan weke tiştekî ti carî nayê qebûl kirin dibînin û dibêjin, divê Kurd di jinûve avakirina Sûriyeyê de bibin xwedî gotin.
Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande ji bo nirxandina bûyerên li Sûriyeyê beşdarî weşana zindî ya Franceinfo bû û destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin, Ewropa nikare bûyerên li herêma rêveberiya xweser diqewimin ji nedîtî ve bê. Têkildarî daxuyaniya Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen ku digot 'Yekîtiya Ewropa divê têkiliyên xwe yên bi rêxistina cîhadîst HTŞ re zêde bike' û ji bo pirsa 'Gelo bawerî bi HTŞ'ê dibe?' Serokkomarê berê yê Fransayê François Hollande got:"Ez dixwazim ji vê derê hişyariyekê bidim. HTŞ ne yekane koma îslamîst e, ji ber ku komên alîgirê Tirkiyeyê jî hene. Em ê bibînin bê wê li herêmên di bin kontrola van koman de ne çi bikin. Lê belê nabe ku êrişek li ser Kurdên li Sûriyeyê bê kirin. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de yên ku ji me re bûn alîkar Kurdên li Sûriyeyê bûn. Eger Kurdên ji Sûriyeyê nebûna, nepêkan bû ku DAÎŞ ji Sûriyeyê bê avêtin. Fransayê jî piştgiriya tam da. Eger ez gotineke navdar bi kar bînim; weke Serokkomar ez nikarim terikandina Kurdên li Sûriyeyê ji nedîtî ve bêm. Her wiha Kurdên li Sûriyeyê niha bi hezaran girtiyên DAÎŞ'î kontrol dikin. Eger ev kes serbest bibin, zû yan jî dereng wê careke din xwe bigihînin xaka me."
Divê Fransa Kurdan biparêze
Serokkomarê berê yê Fransayê Hollande ji bo parastina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir û got, "Divê hurmet ji xweseriyê re bê nîşandan. Mebesta min ji vê yekê ew e ku Kurdên li Sûriyeyê bi roleke girîng radibin. Di têkoşîna li dijî terorîzmê de roleke mezin lîstin û hîn jî vê rola xwe ya jiyanî bi cih tînin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku divê ew ji SÛriyeyê qut bibin. Ya ku dixwazim bibêjim, divê ew bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê divê Fransa wan biparêze. Fransa û koalîsyona ku ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê hatiye avakirin wan biparêzin. Em qala Von der Leyen dikin. Ewropa bûyerên li beşeke Sûriyeyê diqewimin nikare ji nedîtî ve bê. Dema ku min li Konseya Ewropayê wezîfe dikir, li gelek Ewropiyan rast hatim ku li gorî wan Sûriye cihekî dûr e û bandorê li parzemîna Ewropayê nake. Lê belê êrîşên terorê bi serê me de hatin, bi serê wan de jî hatin. Ji ber vê yekê divê bandora bûyerên li Sûriyeyê yên li ser xaka me fêhm bikin."
Rojava siberoja mirovahiyê ye
Wezîrê berê yê Piştgiriya Civakî ya Îtalyayê siyasetmedar Paolo Ferrero derbarê geşedanên li Sûriyeyê û êrîşên li ser Kurdan ji got:"Ez di wê baweriyê de me ku ev rewşa nû wê rê li ber hikûmeteke nû ya Sûriyeyê veneke, lê bibe sedema hilweşandina Sûriyeyê. Tirkiye hewl dide heman tiştî li ser Bakurê Sûriyeyê jî bike. Çawa ku Dewleta Îslamê li dijî Kurdan tê bikaranîn, ew jî tên manîpulekirin û weke amûr tên bikaranîn."
Paolo Ferrero, anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê pêkanîna siyaseta Osmaniya nû li herêmê ye û got ku armanca êrîşên Erdogan û rejîma wî ya li ser Rojava, pêşiya qebûlkirina rastiya Kurd girtine û got:"Her wiha Erdogan netewperestek xerab e. Li hemberî xweseriya Kurdan bêtehmûl e. Tirkiye naxwaze Kurd di pozîsyoneke wiha de bin ku bikaribin xwe bi azadî îfade bikin an jî xwe bi xwe bi rê ve bibin. Pêşniyar û modela ku Kurd ji bo ol, çand û komên etnîkî yên cuda dike û rêveberiya herêmê ya demokratîk pêş dixe, di rewşa heyî de bi rastî jî mîna şoreşeke. Modela Rojava bi îlhama fikrên Abdullah Ocalan ji bo demokrasiyeke pirrengî û beşdar alternatîfeke girîng pêşkêş dike. Rojava ne tenê ji bo Kurdan tecrûbeyeke erênî ye, her wiha ji bo mirovahiyê mîrateyeke. Bi parastina Rojava re em ê modeleke siberoja mirovahiyê biparêzin."
Parçeyek koalîsyona dijî DAIŞ’ê ne
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, destnîşan kir ku Tirkiye hîn jî Kurdan dike hedef û got:“Kurd parçeyek koalisyona dijî DAIŞ’ê ne. Lewma çareseriyek ku Kurd jî di nav de, ji bo pêşeroja Suriyeyê girîng e. Ez ê ziyareta xwe ya ji bo Tirkiyeyê ku wê roja înê (ango îro) pêk were de, vê mijarê bi zelalî bînim ziman. Eger em berê xwe bidin aliyên cuda ez qet bawer nakim ku wê rêya aştiyê vebibe.”
Beşeke veguhastina siyasî ne
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bibe beşek ji veguhastina siyasî. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot banga parastina hevkarên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên wan kir û got:"Ew di şerê li dijî rêxistina DAIŞˋê de aliyekî pir girîng in. Fransa ji bo pêkanîna lihevkirinekê di navbera Tirkiyeyê û Kurdan li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de di hewldanan de ye. Pêwist e şer li Minbic û Kobanê raweste." Barrot ku birêvebirina Sûriyeya nû bi gotinan nabe dê bi demê re bi pratîkî aşkera bibe. Barrot got rakirina cezayan û pêşkêşkirina alîkariyên ji bo ji nû ve tamîrkirina li Sûriyeyê bi pêkanînên siyasî û ewlehî yên zelal ve girêdayî ne.
NAVENDA NÛÇEYAN