Kesê ku navê wî weke  A.T.D. hat eşkerekirin, doh berê sibehê bi çekê êrişî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê kir. Li ser giliyê xelkê, polês êrişkar bir nezaretê. 

Li navçeya Marmarîsê ya ser bi Mûglayê, berê sibehê li dijî avahiya HDP'ê ya navçeyê êrişeke çekdarî pêk hat. Li ser giliya xelkê deverê, polês hîna nû xwe westan û li cihê êrişê kesek girt û bire nezaretê. Navê vî kesî A.T.D. ye û28 salî ye.  

Derket holê ku A.T.D. sala 2018'an jî bi heman rengî êrişî avahiya HDP'ê kiriye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heyeteke ku ji Parlamenterê HDP'ê yê Izmîrê Mûrat Çepnî, endamên MYK'a HDP'ê Emîn Orhan û Mahfûz Guleryuz, Endama PM'a HDP'ê Berna Çelîk û rêveberên HDP'a Izmîrê, ber bi Marmarîsê ve bi rê ketin.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî ji êrişa çekdarî ya li dijî avahiya partiya xwe ya Marmarîsê "Partiyên siyasî yên desthilatê ku êdî ne partî ne û veguherîna rêxistinên sûc" berpirsyar girt. 

IZMÎR