Doh di saetên sibehê de balefireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker, cihek li nêzî gundê Tuteqele yê li qontara Xalxalan a li bajaroka Axceler ya ser bi Çemçemalê bombebaran kir.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyek herêmê hatin girtin, balafiran cihê navborî du caran bombebaran kirin. Beriya niha jî heman dever ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve hatibûn bombebarankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN