Êrişa li Biradostê

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:42

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya PDK’ê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk hemwextî hev, Herêma Biradost ya ser bi Hewlêr û gundên Dihokê bombebaran kir. Li gorî agahiyan dewleta Tirk zozanên Lolan û Binarê Çiyayê Şekiwyanê yên Herêma Biradostê bi dijwarî topbaran kiriye. Li gorî agahiyan di encama êrişê de 2 welatiyên sivî birîndar bûne. Ji ber êrişên dewleta Tirk tîmên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin birîndaran.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.