Êrîş li ser deskeftiyên Kurdan e

Duşem 5 Tebax 2024 - 01:49

Çavsorî û çavnebariya dewleta Tirk a li ser çand, ziman û hunera Kurdî didome. Bi sedema ku govend gerandine û li ber govendê standine van 2 hefteyên dawî bi qasî 50 Kurdî hatin girtin. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer ragihand ew ê  serê xwe li ber van zextan netewînin, êrîş li ser destkeftiyên Kurd in û nikaribin pêşî li govenda Kurdî bigirin.

Ozer anî bi bîr xist polîtîkaya înkar û îmhayê ya ku sed sal in li ser ziman, çand û hebûna Kurdan tê meşandin hîn jî dewam dike û got, "Bi hinceta ku stranên Kurdî gotin ciwanên me, dayikên me, gelê me hate girtin. Têrê nekir li Wan, Amed, Êlih û gelek bajarên me nivîsên bi Kurdî yên 'Pêşî peya' hatin jêbirin ku şaredariyên DEM Partiyê ji bo hişyarkirina trafîkê li ser rê danîbûn. Ji her alî ve êriş li ser nirxên gelê Kurd têne kirin. Sê xwişk ji ber ku li dawetê li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin girtin.’’

Em ê dijî polîtîkayên nîjatperest rabin

Ozer wiha domand:’’ Ev yek nîşanî me dide bê polîtîkayên nijadperestî yên li dijî Kurdan li vî welatî gihîştiye kîjan astê. Di sedsala 21'ê de hîn jî helwesteke nijadperest û faşîzan li hemberî gelê Kurd tê nîşandan. Desthilatdarî li hemberî ziman, çand, huner, xwezaya me polîtîkayên qirêj dimeşîne. Em van polîtîkayan qebûl nakin. Em ê bi gelê xwe re li ber van polîtîkayan rabin."

Êrîş li destkeftiyên Kurd e

Ozer diyar kir ku desthilatdarî ji ziman û govenda Kurdan ditirse û got, "Em xweş pê zanin ku pirsgirêk ne tenê govend e. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd tê kirin. Dixwazin gelê Kurd asîmîle bikin. Lê belê gerandina govendê, qîrîna dirûşman, gotina stranên Kurdî qedexe nîne. Bêguman di qanûnên wan de jî ev yek tê gotin, lê belê qanûnên xwe jî nas nakin. Bi rengekî kêfî mirov girtin. Ji ziman û govenda me ditirsin. Em ê bi govenda xwe, bi zimanê xwe, bi gotinên xwe aştiyê bînin. Bi ziman, çand û govenda xwe em ê bijîn. Çi dikin bila bikin Kurd wê dest ji govend, çand û zimanê xwe bernede. Weke partî jî em ê nerazîbûnên xwe dewam bikin. Ji roja destpêkê ve li qadan li dijî van polîtîkayan em bi dengekî bilind stranên xwe dibêjin, govenda xwe bi coş digerînin. Wê nikaribin me bitepisînin."

Bêhiqûqî û bêexlaqî ye

Ozer di dawiya axaftina xwe de got, "Nikarin zimanê gelekî tine bihesibînin. Zimanê bi milyonan mirovî Kurdî ye. Ti êriş nikare li pêşiya axaftina bi zimanê bi milyonan mirovî bibe asteng. Aliyekî hiqûqî yê vê yekê nîne, her wiha li dijî mirovî û exlaqî ye."

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.