Şêniyên Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê meşiyan. Minbiciyan destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe mezintir bikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan meşek li Minbicê organîze kir. Gelek Minbicî tevlî meşê bûn. Meşê ji çerxerêya Mîzan destpê kir. Xwepêşanderan êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbaran û hedefgirtina gundewarên Minbicê, Til Rifet, Girê Spî û Til Temirê şermezar kirin.
Çalakî li çerxerêya Mesebê veguherî mitîngê. Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê, Mihemed El-Hesen li vir daxuyanî da û êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, nexasim bajarê Minbicê û Başûrê Kurdistanê, Avaşîn, Zap û Metîna şermezar kirin.
Mihemed El-Hesen got, dewleta Tirk bi dijwarî gundewarên ku sivîl tê de ne, topbaran dike û armanca wê ew e ku tevlîhevî û metirsiyan di nava şêniyan de derxîne.
Wî got, dewleta Tirk dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê û herêmên Başûrê Kurdistanê berfireh dike, dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jî daxuyanî da û got, ew ê asta têkoşîna şoreşgerî li hember êrişên li ser xak, rûmet û azadiya şêniyan bilind bikin.
Di dawiyê de hate gotin, ew ê li hember êrişên dijmin bê bersiv nemînin û bi hêzên leşkerî re bisekinin da ku parastina şêniyan bikin.
ANF/MINBIC