Êrîş birin ser nivîskara muxalîf

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 7 Nîsan 2025 - 00:55

Tundiya li dijî çalakvanên sîvîl, nivîskar û hunermendan li Îranê her diçe zêde dibe. Serpêhatiyên nivîskar û rexnegira wêjeyî Mehregan Namavar rewşa niha ya mafên mirovan û dadmendiya civakî ya li welat nîşan dide.

Mehregan Namavar, ji ber nasnameya xwe ya muxalîf hat hedefgirtin. Ji aliyê hêzên ku cilên sîvîl li xwe kirine ve rastî tundî û hewldana kuştinê hat. Di êrîşa li nêzî Geliyê Labakê de 2 mêr û jinek rûyên wan bi maske ketin pey wesayîda nivîskar û paşê jî êrîşê wê kirin. Di dema êrîşê de telefona nivîskar jî hat dizîn.

Di nûçeya ku der barê Mehregan Namavar a bi giranî birîndar bû de hat ragihandin ku nivîskar ji çav, rû û lingên wê birîndar bûye û rewşa wê hê jî giran e. Mehregan Namavar 11’ê Adara 2020’an li Dehdeştê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibu girtin piştî 16 rojan ji navenda girtîgeha Dehdeştê hatibû berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.