• Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, pêr bi şev êriş birin ser Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Beriya du hefteyan jî êriş lê hatibû kirin.

 

Li gorî agahiyan, êriş şeva Pêncşemê saet di 02:00 de pêk hat. Êrişkar camên avahiya HDP'ê şikand û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Hevseroka Navçeya Marmarîsê Guven Goknar got ku polêsên li ber avahiyê bûn agahî dane wan û diyar kirine ku camên derve yên avahiyê hatine şikandin.

14'ê Tîrmehê jî li dijî avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê bi çekan êriş hatibû kirin. Di encamê de A.T.D. hatibû girtin. 4 kesên ku ji êrişkar re bûn alîkar jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.  MUGLA