Êrîş bi hevkariya Tirkan e

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:22

Rojnamevanên Başûrî êrîşa li ser çapemeniya azad a Kurd şermezar kirin û gotin diviya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî zexta li ser çapemeniya Kurd xwedî helwestek bûya.

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê derbarê êrişa polîsên Belçîka ya li ser Sterk TV û Medya Haber TV’yê de gotin; “Ev yek binpêkirina mafê mirovan û karê ragihandinê ye, di heman demê hewldana dewleta Tirk û  hevpeymanên wî ya ji bo tinekirina Gelê Kurd e.”

Polîsên Belçîkayê 23’ê Nîsana 2024’an nîvê şevê avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV. Di serdegirtina ku bêyî agahiya rêveber û parêzerên televîzyonan hat lidarxistin de derî û alavên hindir hatin şikandin, kabloyên elektrîkê û înternetê yên kompîtûran hatin birîn, gelek kompîtûr jî hatin desteserkirin. Nerazîbûna li hemberî êrişa ser medya Kurdî her ku diçe berfireh dibe. Divê çarçoveyê de rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivîn.

Rojnamevan Behzad Muhsîn da zanîn ku di 25 salên dawî de rewşa demokrasiyê li tevahî cîhanê ber bi paş tê, mafê mirov, azadiya fikir û raman, dibin serdestiya sîstema sermayedar û berjewendiya welatan deye.

Hikûmeta Herêmê bêhelwest ma

Behzad got ku Belçîka ku tê gotin paytexta mafê mirov û demokrasiya cîhanê ye, bi ser Sterk TV û Medya Haber TV’yê de girt û wiha pê de çû; “Ev yek peywendiya xwe bi dewleta Tirk ve heye, ya ku li dijî hemû navendên doza Gelê Kurd ber bi pêş ve dibe. Pêwîst bû îdareya Herêma Kurdistanê jî dijî vê xwedî helwest ba.”

Ne exlaqî ye

Rojnamevan Zanko Serdar jî nerazîbûn nîşanî helwesta dijî Sterk TV û Medya Haber TV’ê da û êrişên li ser medyayê şermezar kir. Serdar got ku mixabin ya ku li Belçîkayê rûdayî, karek ne exlaqî bû, ti çekek bi rojnamevanan nîne, tenê xwedî pênûs û kamereya xwene. Serdar got; “Hinek welatên Ewropayê jî ji bo ewlekariya Kurdan ne cihek parastîne, ev bûyer peywendiya xwe bi hemû welatên dijî Gelê Kurd re heye, bi taybet jî dewleta Tirk re heye.”

Projeya tinekirinê ye

Rojnamevan Newzad Salih jî êrişa ser çapemeniya azad a Kurd şermezar kir û got; “Ev êriş dijî pîvanên mafê mirovan û danezana mafê mirovane, ev binpekirinek ya dijî mafê medyayê ye. Di encam de ev êriş bi hevkariya dewleta Tirk ya bi welatên Ewrupayê re pêkhatiye û beşek ji projeya tinekirina Gelê Kurd e.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.