Êriş aramiyê xera dikin

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:07

Dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina Iraqê û hevkariya PDK’ê, dest bi qetilkirina sivîlan û dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê kiriye. Tenê di nava 3 rojan de 7 welatiyên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Xelkê navçeya Xurmal ya ser bi Helebceyê derbarê êrişan de axivîn.

Reyan Osman got ku divê Hikumeta Iraq û Herêmê li beramberî êrişan berpirsyartiya xwe bînin cih û got:“Îro Iraq nikare qada xwe ya hewayî û xaka xwe biparêze, ji ber vê jî dewletên derdor planên xwe yên ji bo Iraqê dixin meriyetê. Ji bo vê jî berpirsyarê êrişên balafirên bê mirov yên ser herêmê, Hikumeta Iraq û Herême. Divê bi qanûnî rê li van êrişan were girtin.” Osman da zanîn ku ji ber êriş û dagirkeriyê, statûya Herêma Kurdistanê jî di bin metirsiyê de ye, ji ber êrişan dibe ku ev statû ji dest biçe û got:“Êriş gihiştine nava bajaran, ev jî metirsiyek mezine li ser ewlekarî û jiyana welatiyan.”

Rêbaz Gulpî jî da zanîn ku êriş bûne sedema bê aramiyê û ev bang li aliyên siyasî kir:“Divê hemû aliyên siyasî êrişan şermezar bike, bi taybet jî divê Iraq êrişan bide rawestandin. Em bi hemû awayî êrişan şermezar dikin.”

ROJNEWS/XURMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.