Siyasetmedarê Kurd Mehmed Emîn Pencewînî diyar kir ku Erdogan bi desteserkirina qadên petrolê yên Kurdistanê û tasfiyekirina PKK'ê dixwaze xewn û xeyalên xwe pêk bîne, lê belê wê nikaribe bi ser bikeve. 

Pencewînî diyar kir ku dewleta Tirk gav bi gav Başûr û Rojavayê Kurdistanê dagir dike; herî dawî hêzeke mezin a leşkerî li Duhokê bi cih kiriye û destnîşan kir ku ev pêvajo yekîtiyê li Kurdan ferz dike.

Pencwînî got: “Her kes zane, dewleta Tirk ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd hêza xwe bi temamî xistiye dewrê û bi nûkirina Mîsaqî-Mîllî dixwaze ji Helebê heta Mûsilê dagir bike. Hesabê wê yekê dike ku armanca xwe ya Mîsaqî-Mîllî û xeyala Osmanî tenê bi dagirkirina qadên petrol û gaza xwezayî yên Başûrê Kurdistanê dikare pêk bîne."

Pencewînî ji bilî PKK'ê bal kişand ser rewşa partiyên din hemûyan û got: "Em dibînin ji derveyî PKK’ê li nava hemû partiyên siyasî nakokî heye. Li başûrê Kurdistanê ev nakokî mezintirin, aliyek siyasî diçe Bexda li dijî aliyê din diaxive. Hinek alî diçin Bexda li gel hikûmeta navendî pîlanên çêdikin, li hev dikin li dijî hêzeke din a Kurdî. Rewş gihiştiye wê astê ku hikûmeta navendî henekê xwe bi mijara Kurd dike. Ne guh dide û ne jî hesabê Kurdan dike. Ev jî sedemê wê yê esasî hêzên Kurdî yên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li nav xwe ne yek in, û parçeyî ne, heta li dijî hev di nava pîlanan de ne.”

ANF/SILÊMANÎ