Erdogan Êzîdiyan bi zorê dike Misilman
Çarşem 5 Nîsan 2023 - 06:18
Di ser destpêka dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê re 5 sal bihurîn. Niha dîmen hatin weşandin ku Êzîdî eşkere tên Misilmankirin. Civaka ji bo Miletên Tehlûke li ser Wan (GfbV) ya navenda wê li bajarê Gottingenê yê Elmanyayê, bi darêzorê Misilmankirin, weke sûcekî din ê şer ê dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi nav kir.
GfbV´yê got, li Efrîna dagirkirî, dagirkerên Tirk û çeteyên wan gefên kuştinê li Êzîdiyan dixwin û zexteke mezin li wan dikin da ku bibin Misilman.
Sedema vê daxuyaniyê dîmenekî beriya bi çendekê yê du Êzîdiyan bû, ku li cem şêxekî çeteyên Ereb rûniştibûn. Şêxê çete digot, herdu Êzîdî Misilman dibin û li ber kamerayê ew dikirin Misilman. Ev herdu Êzîdî ji gundê Efrînê Qibarê bûn û Heyder Şêxo û Arif Şêxo dihatin nasîn. GfbV´yê ev zilm û zora hanê jî weke siyaseta serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bi nav kir û got, Erdogan li Efrînê tenê Misilmanên Sunî qebûl dike; yên din yan wê Misilman bibin yan jî wê werin koçberkirin.
Elmanya jî destekê dide çeteyan
GfbV di heman demê de bi bîr dixe ku dewleta Elman desteka malî dide dagirkerên li Efrînê û bang li hikûmeta federal a Elman kir da ku tavilê vê alîkariyê rawestîne. GfbV´yê bi bîr xist ku Meclîsa Elman qirkirina Êzdiyan fermî qebûl kiriye û ji ber vê jî, li gorî qanûnên xwe jî lazim e desteka ji bo çeteyên Erdogan li seranserê Sûriyê, û nexasim li Efrîna dagirkirî rawestîne.
Hikûmeta Elman desteka malî dide gelek komên çete yên ku weke "muxalefeta Sûrî" tên nîşandan.
GOTTINGEN