Erdogan êrişî mizgeftan dike

Şemî 15 Çile 2022 - 03:23

Mela û rêveberê Saziya Kar û Barên Olî ya Helebê Elî El-Hesen got, Erdogan bi navê Îslamê mizgeftan bombe dike û welatiyan dikuje. Wî wekî din got, dewleta Tirk dixwaze gel koçber bike û herêmên wan dagir bike.

30’ê Kanûna 2021’ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Zirganê êrişî Mizgefta Mezin a navçeyê kiribû û di encamê de kesekî li mizgeftê nimêj dikir, birîndar bûbû.

Rêveberê Saziya Kar û Barên Olî ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Elî El-Hesen got, dewleta Tirk bi serokatiya Erdogan Misilmanan dikuje, û bombekirina mizgeftên bajarokê Zirganê û Til Temirê nîşaneya vê yekê ne. Elî El-Hesen wiha axaftina xwe domand: "Heke em hinekî behsa Efrîna dagirkirî bikin, piştî dagirkirinê dar birrîn û malên xelkê talan kirin û her kes dizane ku ev yek di Îslamê de heram e."

Elî El-Hesen Erdogan wekî sûcdar, terorîst û kujer bi nav kir û got, Erdogan dixwaze axa Sûriyê zêdetir dagir bike. El-Hesen bal bire ser hovîtiya Erdogan û êrişên dawî yên li ser Kobanê û got, “Di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundên Kobanê de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, lingê zarokekî piçûk hate qukirin, ev sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Mela Elî El-Hesen di dawiyê de got, armanca Erdogan bi siyaseta hovane ew e ku gelê herêmê koçber bike, herêmê dagir bike.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.