Şaredarê berê yê bajarê mezin ê Hannoverê Herbert Schmalstieg xwest, Elmanya jî mîna Fransayê li dijî nijadperestên Tirk biryareke berfireh bistîne. Schmalstieg polîtîkaya Wezareta Karên Hundir a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan rexne kir û got, "Dest ji helwêsta xwe ya li dijî Kurdan berdin."
Faşîstên Tirk ku salên dawî bi serweriya rejîma Erdogan a li Tirkiyeyê re qure bûne û li Ewrûpayê xwe bi navê "Ulkucu" yan jî "Gurên Boz" bi rêxistin dikin, bûne gefek li ser ewlekariya welatên lê dimînin. Ulkucu ku hêza paramîlîter a desthilatdariya AKP-MHP'ê ne, li dijî Kurdan, Ermenan, Cihûyan û hindikahiyên din ên etnîkî û olî yên li Tirkiyeyê sûcên nefretê dikin, gelek caran êrişê dikin.
Li Fransayê, piştî êrişên 29'ê Cotmeha 2020’an li bajarê Dijonê yên li dijî Ermenan, rêveberiya Parîsê biryar da ku van koman qedexe bike. Piştî van bûyer û gavên li Awûstûrya û Fransayê, 18'ê Mijdara 2020’an li Elmanyayê, partiyên hikûmet û muxalefetê pêşnûma qanûnek ji bo qedexekirina Tevgera Ulkucu li Meclîsa Federal qebûl kir.
Elmanyayê tiştek nekir
Piştî vê biryarê, ji bo qedexekirina komên nijadperest ên Tirk bal çû ser Wezareta Karên Hundir. Lê belê tevî ku 6 meh di ser re derbas bûn jî Wezareta Karên Hundir a bi serkêşiya Horst Seehofer ê muhafezakar û rastgir, li şûna qedexekirin û astengkirina karên koma Ulkucuyan, ji bo şikandina bandora nijadperestên Tirk a li Elmanyayê karek nekiriye.
Hikûmeta bi serokwezaretiya Angela Merkel beriya bi çend rojan bersiv da pêşnûma pirsekê û got, komên Tirk ên rastgiriya tund ji bo bandorê li raya giştî û siyasetê bikin, di nava hewldanan de ne. Tevî vê daxuyaniyê jî Wezareta Karên Hundir xwe li bêdengiyê datîne. Lê belê dema ku mijar dibe rêxistinbûna Kurdan a li Elmanyayê, çi ji dest tê dike.
Pêşnûma qanûneke nû amade bikin
Şaredarê berê yê bajarê mezin ê Hannoverê Herbert Schmalstieg ku siyasetvanekî sosyal demokrat e, ji ANF'ê re axivî û xwest, mîna Fransayê li Elmanyayê jî li dijî neteweperestên Tirk biryareke berfireh a qedexekirinê bê wergirtin.
Schmalstieg anî ziman ku ji bo qedexeyeke berfireh a li dijî nijadperestên Tirk, biryara di meha Mijdarê de li Meclîsa Federal hate wergirtin têrê nake û bang li partiyên li meclîsê koma xwe hene kir, ku pêşnûma qanûneke nû amade bikin.
Êdî wext e
Schmalstieg xwest, ku ji Wezareta Karên Hundir re neyê hiştin ku çarçoveya qedexeyê diyar bike û got, "Divê Meclîsa Federal a Elman li dijî koma navborî pêşnûme qanûneke nû bixe rojeva xwe. Di vê pêşnûmeya nû de jî divê bi awayekî darîçav bê destnîşankirin ka kîjan organîzasyon wê bên qedexekirin.
Dem hatiye ku Wezareta Karên Hundir helwêst û nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de lêkolîn bike û biguherîne."
Schmalstieg ku di navbera salên 1972 û 2006'an de şaredarî ji bajarê mezin ê Hannoverê re kir, weke kesayetekê ku ev wezîfe herî zêde kiriye cihê xwe di dîroka nêz a Elmanyayê de girt.
NAVENDA NÛÇEYAN