- Bi qebûlkirina pêşnûmaya hevpar a partiyên hikûmetê û du partiyên muxalefetê, li Parlamena Federal a Elman gava pêşî a qedexekirina xebatên nijadperestên Tirk li Elmanyayê hat avêtin.
Parlamena Federal a Elman, ji bo qedexekirina nijadperestiya Tirk li Elmanyayê gava pêşî avêt. Pêşnûmaya qedexekirina xebatên nijadperestên Tirk li Elmanyayê, bi desteka tevahiya partiyên li meclîsê hat qebûlkirin.
Di rûniştina çarşema bihurî êvarî de, pêşnûmaya partiyên hikûmetê, ya ku nijadperestên Tirk weke “Ülkücü Hareket” bi nav dikir, li ser qedexekirina komele û sembolan bû, bi pirraniya dengan hat qebûlkirin. Di pêşnûmaya hevpar a partiyan de ji bo “Ülkücü Hareket” hatiye gotin nijadperest, dijberê demokrasî, mafê mirovan û Cihuyan e. Di pêşnûmayê de wekî din hat gotin, nijadperestên Tirk ji bo ewlekariya nava Elmanyayê tehlûke ne, û heqaretê li Kurdan û Ermeniyan dikin. Pêşnûma dixwaze ne tenê li Elmanyayê di asta navnateweyî de li dijî nijadperestiya Tirk têkoşîn bê organîzekirin.
Di pêşnûmayê de nebe jî, rapora îstîxbarata Elman a li ser Gurên Boz, ên ku îdeolojiya nijadperestiya Tirk belav dikin, dibêje, têkiliyeke wan a xurt bi serekçeteyê dewleta Tirk Erdogan re heye.
3 peyamên pêşnûmayê
Pêşnûmaya hevpar a partiyên koalîsyona hikûmetê yanî CDU/CSU û SPD tevî desteka partiyên muxalefetê Partiya Keskan û FDP’ê hat parlamenê. Di rûniştina pêr êvarê de ji îmzakerên pêşnûmayê parlamenterê koma CDU/CSU´yê Thorsten Frei, bi bîr xist ku li Elmanyayê li gorî rapora îstîxbarata Elman, 11 hezar nijadperestên Tirk ên çalak hene. Wî got, koma herî mezin a rastgiriya tundraw jî “Ülkücü Hareket” e. Frei got, ew ê vê hereketê hem li Elmanyayê û hem jî Ewrûpayê rawestînin. Wî got, ew dixwazin van her sê peyaman bidin bi pêşnûmayê: “Em ê nehêlin zext li muxalifên Erdogan bibe û ew bên tirsandin, em ê nehêlin aloziyên Tirkiye aliyek jê ye veguhezin Elmanyayê û em ê nehêlin ku rastgirên tundraw daxilî Elmanyayê bikin.”
Eyba 52 salan bi dawî bikin
Li ser navê şirîkê desthilatê SPD´ê jî Uli Grötsch peyivî. Wî got, “Rêxistinên rastgiriya tundraw a Tirk û rêxistinên rastgiriya tundraw a Elman, eynî weke hev in. Ew yên din sûcdar û dijmin dibînin.” Grötsch got, Tirkên nijadperestên ên li Elmanyayê, weke naziyan di ser înternetê re propagandayê dikin û nexasim jî hewl didin tesîrê li ciwanan bikin.
Parlamentera Partiya Çep (Die Linke) Sevim Dagdelen jî got, divê kîna Îslamiyên tundraw û Tirkên nijadperest a li dijî Kurdan, Ermeniyan, Elewiyan û komunîstan bê bi dawîkirin. Wê got, bi vê hewldanê wê eybeke 52 salan a li Elmanyayê bi dawî bibe.
Sevim Dagdelen wekî din şîret li CDU´yê kir û ew hişyar jî kir elaqedarî nijadperestên Tirk ên ku xwe berdidin nava CDU´yê: “Serê pêşî xebatên rêxistinên nijadperest ên Tirk hemû, Komeleyên Çanda Tirk-Îslam ên Ewrûpayê (ATÎB), xebatên rêxistinên faşîst ên ku nijadperestên Tirk dihewînin û her wiha xebatên rêxistinên nêzî wan ên weke Zentralrat der Muslime-ZMD (Meclîsa Navendî ya Misilmanan) divê bên bidawîkirin.”
Li tevahiya Ewrûpayê
Ji FDP'ê (Partiya Lîberal) Benjamin Strasser jî got, nijadperestên Tirk faşîst û dijminê Cihûyan in jî. Wî got, ev pêşnûma di heman demê de piştgiriya bi Fransayê re ye jî û ew ê li dijî nijadperestiya Tirk bi welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê re têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Daxwazên ji hikûmetê
Pêşnûma van daxwazên li jêr ji hikûmetê dike:
- Wergirtina tevahiya tevdîrên ji bo şikandina tesîra nijadperestên Tirk li Ewrûpayê bi hevkariya partnerên navneteweyî
- Taqîba sereqet a nijadperestên Tirk li Elmanyayê û têkoşîna dewleta hiqûqê ya bi biryar li dijî wê
-Qedexekirina komele û rêxistinên “Ülkücü Hareket” û têkoşîna li dijî xebatên wan ên li dijî qanûn û destûra Elmanyayê
-Zêdekirina weşanên li ser armanc û rêbazên nijadperestên Tirk û sereqetkirina van weşanan
-Têkoşîna li dijî ajîtasyona nijadperestên tirk a di înternetê de
-Piştgiriya bi wan kes û koman re yên ku nijadperestên Tirk li Elmanya, Ewrûpa û Tirkiyeyê gefan li wan dixwin û destekkirina wan.